Li Stenbolê jinek hate qetilkirin 2024-05-24 11:17:56 STENBOL - Jina bi navê Ayşe Çîçek li Buyukçekmeceyê ji hêla hevjînê xwe Şînasî Çîçek ve hate qetilkirin.    Jina bi navê Ayşe Çîçek (47) li navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê ji hêla hevjînê xwe Şînasî Çîçek (46) ve bi çekê hate qetilkirin. Faîl piştre jî xwe kuşt. Xizmên Ayşe Çîçek ku hîn bûn Çîçek zarokê xwe ji dibistanê negirtiye, ketin nava gumanan û agahî dan polîsan. Li cihê bûyerê polîs û komên tenduristiyê hatin sewqkirin. Koman, li cihê bûyerê cenazeyên Şînasî û Ayşe Çîçek dîtin. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.