Li Edeneyê mal di bin avê de man 2024-05-24 09:52:58   EDENE - Ji ber barîna barana zêde ya li Edeneyê gelek mal di bin avê de man.    Îro di danê sibehê de ji ber barîna baranên zêde av rabûn û gelek rê, cade û kolan veguherîn golên avê û mal di bin avê de man. Ji ber ku cade di bin avê de man, gelek wesayît di rê de asê man.    Li gorî rapora Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê dê barînên li Herêma Behra Spî bidomin. Meteorolojiyê ji ber lehiyan banga hişyariyê kir.