Jina ku digotin ‘xwe şewitandiye’ hatiye qetilkirin 2024-05-24 09:50:47   MÛGLA - Derket holê ku Hasan Bulut ê digot hevjîna wî Hanîfe Yilmaz xwe şewitandiye û întîhar kiriye, bi madeyên sotebar hevjîna xwe şewitandiye û qetil kiriye.    Kesê bi navê Hasan Bulut di 19’ê gulanê de li navçeya Menteşe ya Muglayê hevjîna xwe ya bi mehra olî şewitand û qetil kir. Li ser qêrînên Hanîfe Yilmaz, cîranên wan hewl dan xelas bikin û agahî dan komên tenduristiyê. Yilmaz, ji ewil birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mûglayê û piştre jî sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bozyaka ya Îzmîrê. Yilmaz a bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.   Hasan Bulut, di îfadeya xwe ya ewil de îdia kir ku hevjîna wî Hanîfe Yilmaz ji bo kuştina xwe madeyên sotebar li xwe kiriye û şewitandiye. Lê di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mûglayê de kurê Yilmaz ê 16 salî H.A. îfade da û wiha got: “Di roja bûyerê de dema em li malê rûniştî, di navbera dayika min û zirbavê min de li baxçeyê malê nîqaş derket. Zirbavê min ji dayika min re got; ‘Ez ê te jî malê jî bişewitînim.’ Piştre me qêrîn bihîstin û ez û birayê xwe çûn baxçê malê. Me dît ku dayika me dişewite. Bi alîkariya cîranan me şewat vemirand. H.B. gefa kuştinê li me xwar û xwest em bûyerê veşêrin.”    Li ser van îfadeyan Hasan Bulut hate binçavkirin û hate girtin.