Rejîma Îranê di mehekê de 29 kurd qetil kir 2024-05-22 15:47:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Rejîma Îranê di nava mehekê de 29 kurd bi dar ve kir û 10 kolber û bazirgan jî qetil kir.    Polîtîkayên êriş, zext, binçavkirin û girtinê ya rejîma Îranê yên li dijî gelê kurd berdewam in. Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê têkildarî êrişên rejîma Îranê yên di navbera 21’ê nîsanê û 21’ê gulanê de raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku rejîmê 10 kolber û bazirgan qetil kir. Bi domdarî hate gotin ku rejîma Îranê 29 kurd bi dar ve kir û bi hincetên cuda zêdetirî 70 kurd jî binçav kir.