Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê banga tevlibûna bîranînê kirin 2024-05-22 15:05:57 RIHA - Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê çû serdana Navenda Çandê ya Amarayê û ji bo bîranîna ku dê sibe bê lidarxistin banga tevlibûnê kir.    Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê li navçeya Pirsûs a Rihayê çendek hevdîtin kir. Şandeya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), bi tevlibûna rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ji ewil çû serdana Şaredariya Pirsûsê.    Şande piştre jî bi tevlibûna Hevşaredarên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran gorên kesên di Komkujiya Pirsûsê ya 20’ê tîrmeha 2015’an de jiyana xwe ji dest dayîn ziyaret kirin. Piştre jî derbasî Navenda Çanda Amarayê bûn ku komkujî lê hatibû kirin.    Ji bo bîranîna 33 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn, li baxçeyê Navenda Çandê bîranîn hat lidarxistin. Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Fethî Aydin axivî ku kurê wî Çagdaş Aydin di komkujiyê de hatibû qetilkirin.    Aydin, wiha got: “Tam bû 19 sal. Ji bo avakirina bajarên hatine rûxandin gotin ‘kevirekî jî tu dane ser’ û ketin rê. Lê tam li vê derê kujerên DAIŞ’ê yên barbar 33 rêwiyên me yên xeyalan qetil kirin. Bi sedan birîndarên me çêbûn. Li vir pirekî aştiyê çêbû û xwîna me tevî xwîna hev bû. Em ê heta dawiyê vê pira aştiyê biparêzin.”    Aydin, ji bo bîranîna ku dê sibe saet di 14.00’an de li pêşiya navenda çandê were lidarxistin banga tevlibûnê kir. Şandeyê qurnefîl danîn cihê komkujiyê û bernameya xwe bi dawî kir.