Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê 2024-02-22 09:49:52   ŞIRNEX - Namzetê AKP’ê yê Cizîrê Omer Yildiz bi îdiaya ku Şaredariya Cizîrê mûçeyê qeyûm kêm şandiye, li ser navê qeyûm şaredarî dabû îcrayê.    Parêzerê qeyûmê Şaredariya Cizîr a Şirnexê Omer Yildiz weke namzetê AKP’ê yê navçeyê hate nîşandan. Yildiz, di demên berê de bi îdiaya ku mûçeyê qeyûm kêm hatiye şandin, li ser navê qeyûm şaredarî dabû îcrayê. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2014’an de Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Şaredariya Cizîrê bi rêjeya ji sedî 81 qezenc kir. Wezareta Karên Hundir di 17’ê mijdara 2016’an de Ahmet Adanur weke qeyûm li Şaredariya Cizîrê tayîn kir. Wezareta Karên Hundir di sala 2017’an de jî Cîgirê Waliyê Dîlokê Faîk Arican weke qeyûm li şûna Adanur tayîn kir.    DU KESAN BI HEV RE BIRÊVE DIBIRIN   Arican ku bi nelirêtiyên xwe û bi xistina şaredariyê nava deynan tê zanîn, di serdema qeyûmtiya xwe de bi hinceta ku heqê wî yê 15 rojan ma ye ji şaredariyê re teblîgat şand. Arican, ji ber ku 6 hezar û 743,84 TL li hesaba wî nehat zarandin, serî li Daîreya Îcrayê ya Cizîrê da. Yê ku li ser nave Arican şaredarî daye îcrayê jî parêzerê şaredariyê Omer Yildiz bû.    Hevşaredarê HDP’ê Mehmet Zirig ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, derheqê Yildiz ê ku şaredarî daye îcrayê li Baroya Şirnexê gilî kir û xwest derheqê wî de kiriyarî bên destpêkirin.      Yildiz, piştî giliyê hatiye kirin diyar kir ku xebatkarê cemaweriyê ye lewma nikare di bin navekî cuda de li saziyeke derveyî  şaredariyê weke xebatkarê bisîgorte bixebite. Lê belê piştre derket holê ku qeyda bacê ya Yildiz  heye, bi awayekî fiîlî û fermî buroya wî ya parêzertiyê heye, bi awayekî çalak xebatên pîşeyî didomîne û di çarçoveya parêzertiyê de kar û kirariyan dike û dozan dişopîne.    Yildiz ku li şaredariyê navê wî bi bêusûlî û nelirêtiyan tê naskirin, pismamê xwe ku serokê Komeleya Şehîd û Gaziyan jî di rêza ewil a endamtiya Meclisa Giştî ya Bajar a AKP’ê de nîşan da.    Yildiz, piştî weke namzet hatî nîşandan, dest bi vegotina projeyên AKP’î her serdemê dibêjin. Yildiz, bi gotina “Dema wê hat em bibin bajar” propagandaya xwe dike.