Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin 2024-02-22 09:01:26   ŞIRNEX - Parêzer Berhîvî Demîr anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di warê çareserkirina meseleya kurd de helwesta xwe ya siyasî ya muzakerevaniyê diparêze û got ku divê ji bo berdana bi şertî ya wî şert û mercên guncav bên dabînkirin.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîda girankirî de li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, 35 meh in tu agahî nayê girtin. Di 22'ê Çileyê de hezar û 330 parêzer, li dijî nepêwendîdanîna mutleq ku bi cezayên dîsîplînê yên sîstematîk tê domandin, serî li Wezareta Dadê dabûn û daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kiribûn. Ji van parêzeran Berhîvî Demîr diyar kir ku Tirkiye li gorî qanûnên xwe û peymanên navneteweyî yên ku ew alîgirê wan e tevbigere.    ŞÛNWARÊ BÊHIQÛQÎTIYAN   Demîr diyar kir ku di vê heyamê de girtîgeh bûne cihên ku herî kêm qanûn li wan bicihanîn û got: “Heke em li dijî binpêkirinên mafên mirovan, îşkence û pêkanînên xerab ên li girtîgehan ranebin û raya giştî ji bo vê bi hesas tevnegere, dê bêhiqûqiyên li girtîgehan li ser tevahiya civakê xwe bidin der. Ji ber vê yekê eger em berteka herî mezin nîşanî cihên ku herî zêde bêhiqûqîtî li wan tên sepandin bidin, kêliyekê be jî em ê karibin pêşî li ber bêhiqûqîtiyan bigirin. Di vî warî de bi taybet li girtîgehan qanûn tên binpêkirin."   RAPORÊN CPT'YÊ   Demîr diyar kir ku tecrîda mutleq a li Îmraliyê pêşî li girtîgehên Tîpa F û piştre jî li girtîgehên tîpa S û Y kûrtir bûye. Demîr bal kişand ser raporên Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û got: "Lê mixabin Tirkiyeyê ev pêşniyaz esas negirtiye. Di peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye alîgirê wan e û di qanûnên heyî de tu bingeheke hiqûqî ya tecrîdê tune ye. Tecrîd rêbazeke sîstematîk a îşkenceyê ye ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye."   Demîr bal kişand ser qanûn hevdîtinên bi rêya telefonê û parêzeran di xwe de dihewînin û got: “Sûdgirtina ji van qanûnên eşkere divêtiyeke hiqûqî ye. Ji ber ku xala 10'an a Destûra Bingehîn dibêje ku her kes li pêşberî qanûnê wekhev e û di xala 2'yan ya qanûna înfazê de jî tê gotin ku bêyî cudahiya ol, ziman û nijadê ji bo her kesî derbasdar e.”   POZÎSYONA ABDULLAH OCALAN   Demîr anî ziman ku Abdullah Ocalan ê ku di bin tecrîda mutleq de ye, di warê çareserkirina meseleya kurd de helwesta xwe ya muzakerevaniyê ya siyasî diparêze û wiha domand: "Tecrîda ku li ser hatiye ferzkirin, krîza aborî kûrtir dike. Pêkanîna tecrîdê dibe sedema zêdebûna binpêkirina mafên mirovan, astengkirina azadiyan û krîzên aborî. Ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane bê çareserkirin û rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê bê vekirin pêwist e tecrîd bi dawî bibe."    BERDANA BIŞERT   Demîr anî ziman ku kesên ku cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn dikarin sûdê ji berdana bi şertî bigirin û got ku lê ji bo astengkirina berdana Abdullah Ocalan qanûneke taybet hatiye çêkirin. Demîr, diyar kir ku bi xala 17’an a Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275’an berdana bişert a Abdullah Ocalan hatiye astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: "Tê zanîn ku ev xal ‘Mafê Hêviyê’ binpê dike. Her wiha di sala 2014’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Ocalan biryarek dabû û diyar kiribû ku ev xal ‘Mafê Hêviyê’ binpê dike. Divê berdana bişert bê gengeşekirin û ji bo şert û mercên guncav bên dabûnkirin. Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan girîng e. Her wiha ev dê bi xwe re çekan bêdeng bike û aramiyê bîne Tirkiyeyê. Madem hiqûq ji bo her kesî wekhev e, nexwe divê her kes sûdê ji xala 10'an a Destûra Bingehîn bigire. Birêz Ocalan jî di nav de."    MA / Omer Akin