‘Abdullah Ocalan ji bo aştiya gelan têdikoşe' 2023-11-29 09:01:57   AMED - Amediyan diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştiya kurdan û gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û gotin: "Ger tecrîd bê rakirin dê aştî bê û dê gel bi awayekî wekhev bi hev re bijîn."    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 33 meh in tu agahî nayê girtin. Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbatan ji ber cezayên dîsîplînê yên hincetên wan nediyar tên redkirin. Li gel vê kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseri" ji dewam dike. Herî dawî girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.   Li Amedê welatiyan xwest dawî li tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê.    ‘JI KOMARA DEMOKRATÎK DITIRSIN'   Latîf Bayram ku got "Ger Komara Tirkiyeyê bi rastî dixwaze di qada hiqûqê de rêz lê bê girtin, divê dawî li tecrîdê bîne" wiha axivî: "Ji Komara Demokratîk a ku birêz Ocalan ji bo gelan afirandiye ditirsin. Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelan aştiyê dixwaze. Birêz Ocalan dixwaze tirk, fars, ereb û kurd bi hev re bijîn. Loma jî ji fikrên wî ditirsin. Ger Ocalan li derve bûya qet qetlîam û şer çênedibûn. Wê texrîbat çênebûna. Dewleta tirk ji bo aştiyê jidil nîne." Bayram, diyar kir ku divê gelê kurd û hemû sazî bi hev re ji bo rakirina tecrîdê tevbigerin û got: "Dema ku tecrîd rabe wê aştî pêk were, dê gel bi awayekî wekhev bijîn."   ‘OCALAN QASIDÊ AŞTIYÊ YE'   Tahîr Aydin ê 70 salî jî bi bîr xist ku Tirkiye ji aliyê kurd û tirkan ve bi hev re hatiye avakirin û got ku komara civakî veguheriye komareke neteweperest û got: “Hikûmeta neteweperest, faşîst a AKP û MHP’ê tecrîdeke giran li ser rêberê gelê kurd disepîne. Em vê bi nefret şermezar dikin. Birêz Ocalan hem li cîhanê hem jî li Rojhilata Navîn qasidê aştiyê ye. Rêbertî ji bo aştiya kurdan û mafên Rojhilata Navîn têdikoşe. Ji ber ku vê têkoşînê ji bo xwe wekî zirarê dibînin îro bi neheqî û bêhiqûqî birêz Ocalan di bin tecrîdê de dihêlin. Kesekî ew qas ji bo aştiyê têdikoşe divê di nava gelê xwe de azad be."   ‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE'   Aydin destnîşan kir ku divê gelê kurd ji bo rakirina tecrîdê têbikoşe û got: “Ocalan ji bo hemû gelê kurd têdikoşe. Lewma divê her kes li dijî tecrîdê rabe ser pêyan. Gava tecrîd rabe wê şer raweste û gerîla dakeve bajaran. Çawa ku bi hatina biharê re xweza ji nû ve hêşîn dibe û kulîlk vedibin, wê civak jî bi heman rengî di nava aştiyê de şîn bibe."   ‘EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN'   Seyhan Polat diyar kir ku tecrîd xwe li ser hemû gelan dide hîskirin û wiha pê de çû: “Em vê tecrîdê qebûl nakin. Divê ev tecrîd ji holê bê rakirin. Em dixwazin di navbera gelê kurd û tirk de atmosfereke aştiyê çêbibe, lewma divê xeberê jê bigirin. Wê gavê dê atmosfereke aştî û aramiyê çêbibe. Em aştiyê dixwazin û vê tecrîdê qebûl nakin."   Sedrîye Coşkun jî ku got “Em tecrîda li ser Rêbertiyê qebûl nakin” ev tişt anî ziman: "Em naxwazin xwîn birije. Em ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin. Em dixwazin bi Rêbertiyê re hevdîtin pêk were û aştî were. Divê êdî xwîna ciwanan neyê rijandin, divê ev tecrîd bê rakirin."   Kadriye Sîrek jî xwest ev tecrîda li ser gelê kurd bi dawî bibe û got: “Êdî bes e, bila dayik negirîn. Çavên me ji girî kor bûn. Êdî bes e, bila li gelê kurd zilm û zordarî neyê kirin. Ma heta kengî em ê bindest bin? Bes e. Dê ev tecrîd bi dawî bibe û aştiyeke xweş bê. Em bawer dikin ku dê tecrîd rabe û em ê bi ser bikevin. Dê aştî were."    MA / Mehmet Guleş