Li Şirnexê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2023-11-28 21:04:15   ŞIRNEX- Li Silopiya û Cizîrê 22 kesên ku hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan.   Li navçeya Silopiya û Cizîré yên girêdayî Şirnexê di 25’ê mijdarê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn û zarok jî di nav de bi giştî 22 kes bi hinceta “ixbar heye” hatibûn binçavkirin. Her 22 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li midûriyeta polîsan a Şirnexêsewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li serdozgeriyè 5 jê bi şertê kontrolkirina edlî her 22 kes serbest hatin berdan.