Li Amedê panela 'Bêcezatî û Mafên Mirovan' 2023-11-28 19:20:46   AMED – Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku di panela bi sernavê "Bêcezatî û Mafên Mirovan" de axivî, diyar kir ku dozên ku mexdûrên wê kurd in hemû bi bêcezatiyê bi dawî dibin û got ku ew ê wekî Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê hat qetilkirin li dijî van polîtîkayan bitêkoşin.    Baroya Amedê û Weqfa Tahir Elçî, di 8'emîn salvegera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî de li otêleke li navçeya Yenîşehîrê bi ser navê "Bêcezatî û Mafên Mirovan" panelek li dar xistin. Li cihê panelê pankarta bi kurdî û tirkî ya wêneyê Tahir Elçî û nivîsa "Em te ji bîr nakin" li ser, hat daliqandin. Serokên gelek baroyan û hiqûqnas, hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî, parlementerên HEDEP'ê Newroz Ûysal, Serhat Eren, Sevîlaya Çelenk Ozen û Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek parêzvanên mirovan beşdarî panelê bûn.    Panel bi moderatoriya Endamê Lijneya Rêveber a Weqfa Tahir Elçî Cengîz Kemal hat lidarxistin û Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Ramîz Erînç Sagkan, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, Ji Hiqûqa Mafên Mirovan a Zanîngeha Middlessexê Philip Leach û Seroka Lawyers for Lawyersê Irma Van Deng Berg wekî axivêr tevli panelê bûn.    Pehilip Leach di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku wî Tahir Elç nas dikir û got ku bi hev re dozên windakirinên bi darê zorê û şewitandina gundan şopandine.    Leaxh bal kişand ser dozên ji DMME'yê re tên şandin û got ku li Tirkiyeyê dadgeh ji bo tepisandina parêzvanên mafên mirovan tevdigerin. Leaxh diyar kir ku di doza Elçî de parçeyên bi dizîka hatine reşkirin hene û ev parçe nehatine eşkerekirin û got ji ber ku der baêr polîsan de lêpirsîneke baş nehatiye destpêkirin ev yek bûye cihê fikarên mezin.    Seroka Lawyers for Lawyerê Irma Van Den Berg jî destnîşan kir ku xebatên Tahir Elçî yên li ser navê mafên mirovan pir hêja ne û got ku xebatên wê yên li Tirkiyeyê jî di sala 2012'an de dest pê kirine ku wê demê 46 parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn girtin. Berg got: "Em ê li Tirkiyeyê û li her derî dengê xwe bilind bikin û em ê her tim edaleê biparêzin."    Serokê TBB'ê Erînç Sagkan jî bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê û got ku kiryar bi bêcezatiyê tên xelatkirin. Sagkan ku got "Kujerên Tahir Elçî bi qasî ku cinayetê li ber kamerayan bikin curetkar in, lê ew qasî jî tirsonek in" detsnîşan kir ku heya edalet pêk bê ew ê bitêkoşin.    Herî dawî jî Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî. Eren jî bilêv kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka daraza "pêgirtîbûnê" heye. Eren  diyar kir ku dozên ku mexdûrên wê kurd in hemû bi bêcezatiyê bi dawî dibin û got ku ew ê wekî Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê hat qetilkirin li dijî van polîtîkayan bitêkoşin.