Dadgehê tenê 25 sal ceza da kujerê jina êzidî 2023-09-21 16:38:01 MÊRDÎN - Dadgehê cezayê kujerê jina êzidî Baran Hasan Rasho, Serkan Ozgun kêm kir û 25 sal ceza lê birî.  Li gundê Ebşî yê bi ser navçeya Midyada Mêrdînê ve di 6’ê tebaxa 2021’ê de kesê bi navê Serkan Ozgun jina êzidî ya bi navê Baran Hasan Rasho qetil kiribû. Danişîna doza ji sûcê “kuştina bi qestî” hatiye vekirin li Dadgeha Midyadê dihat lidarxistin. Dadgehê ceza birî. Dadgeha Herêmî ya Amedê ceza xera kir û doz ji nû ve hat dîtin. Danişîna duyemîn a dozê îro dîsa li Dadgeha Cezayê Giran a Midyadê hat lidarxistin. Parêzerên malbata mexdûr û parêzerên kujer tev li danişînê bûn. Hat dîtin ku Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora ku “hişê kes li serê wî bûye” amade kiriye.    Parêzarên malbata êzidî parastinê kirin û destnîşan kirin ku divê cezayê kujer neyê kêmkirin û di asta herî jor der bê cezakirin. Parêzerên bersûc jî dîsa îdiakirin ku hişê miwekîlê wan ne li serê wî ye.    CEZA HAT KÊMKIRIN     Şandeya dadgehê biryara xwe eşkere kir û cezayê muebedê li kujer birî. Dadgehê paşê bi hinceta “tesîra ceza li ser bersûc” kêm kir û ceza daxist 25 salan.