Cenazeyê Denîz Bulbun dê sibê ber bi Geverê ve bê oxirkirin 2023-09-21 16:08:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê Denîz Bulbun ê di êrişa li dijî Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê de hate qetilkirin, dê sibê bi ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ber bi navçeya Geverê re bê oxirkirin.    Li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li Hewlêr a başûrê Kurdistanê di 18’ê îlonê de êrişeke çekdarî hate lidarxistin. Di êrişê de Nûnerê KNK’ê yê Hewlêrê Denîz Cevdet Bulbun hate qetilkirin. Piştî bûyerê malbata Denîz Bulbun ji bo cenazeyî wergire hate Hewlêrê. Di encama hewldanên malbatê de prosedurên fermî temam bûn. Cenazeyê Bulbun, sibê dê ji aliyê malbata wî ve ji Nexweşxaneya Rizgarî ya li Hewlêrê bê wergirtin û bi konvoyê bi ser Deriyê Sînor ê Xabûrê ve dê bibin navçeya Gever a Colemêrgê.    Dê parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz û Vezîr Parlak jî bi malbatê re bin. Cenazeyê Bulbun dê bi merasîmeke cenaze li navçeya Gever a Colemêrgê bê veşartin.