Dewletê avêt ser gundê Zorava: Berê sîlehan dan ser gundiyan û wan kirin mertal 2023-09-21 16:08:11   AMED - Leşkeran li gundê Zorava yê navçeyta Sûrê avêt ser gelek malan. Leşkeran berê sîlehên xwe dan ser gundiyan û wan wek mertal dan pêşiya xwe. Ji welatiyan Tacettîn Kardaş diyar kir ku di serdegirtina malan de eziyet li gundiyan hat kirin û bangî rêxistinên mafên mirovan kir.    Îro jî navnîşana zext, serdegirtin û îşkenceyê gundê Zorava yê bi ser navçeya Amedê de bû. Leşkeran serê sibehê avêtin ser gelek malan. Leşkeran bi wesayîtên zirxî dor li gund girtin û bi hinceta qedexeya derketina derve nehiştin kes ji malên xwe derkeve û ketin û derketina gund hatin qedexekirin.    Leşkeran li ser îxbara bênav a bi îdiaya “endamên rêxistinê hene” avêt ser mala Tacettîn Kardaş, Cahît Eren, Mursel Bahtiyar, Mehmet Bahtiyar û Hayrettin Kardaş. Leşkerna di serdegirtina malan de berê xwe dan ser welatiyan û wan wek mertal dan pêşiya xwe û hemû kelûpelên li malan belav kirin.    LI SER ÎXBAREK HATIYE KIRIN QEDEXE RAGIHANDIN    Tacettîn Kardaş ê bi zextên leşkran re rû bi rû ma diyar kir ku leşkeran bi rêbazên salên avêtiye ser malên wan û ji salên 90’î heta niha her tim dewlet zextan li ser wan dike. Kardaş têkildarî serdegirtina malan a îro wiha axivî: “Ji du sê mehan carek diavêjin ser mala me. Ev jî êriş û zextek derûnî ye li ser malbatên me. Ev berdewam polîtîkaya çong û ser tewandinê ye. Îro berdestî sibê saet 04.30’an leşkran dora gund girtin. Anonsên ku qedexeya derketina gund heye kirin û nehiştin kes ji malên xwe derkeve. Saet li derdora 05.00’an avêtin ser mala min. Bi mertalan avêtin ser malê. Dema min derî vekir, berê sîlehên xwe dan ser min û gotin, ‘derkeve derve’. Derketim derve. Pirs kirin kî li malê ye. Wan jî derxistin. Telefona xwe dan lawê min Karker û xwestin videoya odeyên malê hemû malê bigire. Karker vîdeo girt û telefona wan da wan.”    ‘LAWÊ MIN JI XWE RE KIRIN MERTAL’    Kardaş anî ziman ku leşkeran piştre lawê wî Karker wek mertal dane pêşiya xwe û li odeyan yek bi yek gerandine û wiha got: “Li hemû odeyan lêgerîn kirin. Amûrên ku bin erdê dikişînin li gel wan hebûn. Tiştek nedîtin. Gotin ku ew li ser îxbarê hatine. Gotin şahidê veşarî di înternetê de li wan geriyaye. Li ser van îxbarên derew ji çend mehan carek bi ser mala me ve digirin. Em jî, ew jî û her kes jî dizan in ku ev zextên derûnî ne. Digotin kesek çekdar hatiye gund û xwe li gund veşartiye. Me got tiştek wiha nîn e û derew e. Piştî lêgerînên li malan, dorpêça xwe rakirin û paşê jî çûn. Ji salên 90’î heta niha diavêjin ser mala min. Ji ber van zext û serdegirtinan êdî derûniya hevjîna min xera bûye.”    ‘EM Ê TU CARÎ TESLÎMÎ WAN NEBIN’    Kardaş da zanîn ku ew van zextan qebûl nakin û got: “Em ê tu carî teslîmî van zextên wan nebin. Bila viya baş bizanibin. Em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku li ber vê yekê rabin û van meselayan ji nêz ve bişopînin. Her wiha em ê biçin dozgeriyê û giliyê vê zextê û serdegirtinê jî bikin.”   KARKER: BERÊ SÎLEHA WAN LI SER MIN BÛ   Karker Kalkan (23) ku leşkeran wî wek mertal da pêşiya xwe jî wiha axivî: “Ji salên 90’î vir ve zext li ser bavê min hene. Muameleya xerab lê dikin. Şeveqê zû bi ser mala ve girtin. Berê sîlehê xwe dan ser min û bavê min. Paşê jî telefona xwe dan min û gotin biçe videoya hemû hundir bigire. Piştî min dîmen girt, paşê min kirin meratl û dan pêşiya xwe û min li hemû odeyan gerandin. Ev ji bo min zextek derûnî ye. Tetika xwe kişandibûn û berê sîlehê xwe dabûn ser min, dibû ku biteqiya jî. Em dixwazin ev zext bi dawî bibin.”    ‘MALÊ SERÛBIN KIRIN’    Emîne Eren jî behsa serdegirtina leşkeran kir û wiha got: “Mala me serûbin kirin. Tiştekî li malê nedîtin. Bi botên xwe yên leşkerî pê li merş û nivînên me kirin. Hemû herimandin. Ji ber ku xaliyên me herimandin, ji serê sibehê ve xaliyan dişom.”   LAWÊ JI XWE RE KIRINE MERTAL    Eren da zanîn ku leşkeran ewilî dîmenên odeyan girtine û paşê jî lawê wê ji xwe re kirine mertal û li odeyan lêgerîn pêk anîne. Eren anî ziman ku ev bû 3 car leşker diavêjin ser mala wan û di destê wan de giran hebûn.    ‘JI BER KU EM KURD IN’    Eren destnîşan kir ku ji ber ew kurd in viya tînin serê wan û got: “Dibêjin ‘ev kurd in em êrişî wan bikin’. Tiştek jî li mala me tune lê dixwazin eziyetê li me bikin. Em vê tişta ku tînin serê me qebûl nakin.”    MA/ Eylem Akdag - Şîlan Çîl