KASED dê 4'emîn salvegera damezrandina xwe bi konserekê pîroz bike 2023-09-21 15:29:43 NAVENDA NÛÇEYAN - KASED dê di 4'emîn salvegera damezrandina xwe de li baxçeyê Zarok Mayê konserekê li dar bixe.    Komeleya Çand, Huner, Wêje ya Jinan (KASED) a bi dirûşmeya "Ji bo her kesê huner" di 28'ê Mijdara 2019'an de  hat damezrandin. KASED bi boneye salvegera damezrandina xwe, dê sibê li Baxçeyê Zarok Mayê konserekê li dar bixe. KASED'ê li ser hesabên xwe yên medya ya dîjîtal gel vexwend konserê. Di konsera ku dê bêpere were lidarxistin de hunermend Şîlan Dora derbikeve ser dikê. Konser dê sibê saet 19.00'an de li baxçeyê Zarok Ma'yê ya li semta Dîclekent a navçeya Peyasa Amedê were lidarxistin.