Ji ÎHD'ê têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî 2023-05-29 17:27:09       ENQERE- ÎHD ku têkildarî encamên hilbijartinê daxuyanî da, destnîşan kir ku divê desthilat dest ji bê helwesta xwe ya li hemberî kurdan berde û ji bo pergal û feraseteke ku gelan diparêze û demokratîkbûnê bang li desthilatê kir.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî encamên hilbijartinên serokkomariyê û giştî daxuyaniyeke binivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di navbera partiyên siyasî û hilbijêran de wekheviyek tune bûye û şert û mercên demokratîk nehatine peydakirin.    Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî hemû zextên rêveberiya otorîter jî nîviyê welatiyan fikreke cuda esas girtiye û wiha hat gotin: "Çendî partiyên muxalefetê xwedî fikrên cuda bin jî, hevpariyeke di warê îtiraza dmeokratîkbûnê de xwe daye der. Em parêzvanên mafên mirovan wiha difikirin ku divê ev îtiraza dmeokratîkbûnê bê qebûlkirin. Em wiha difikirin ku divê di warê mafên gerdûnî de pratîkeke li gor hiqûqa navxweyî û hiqûqa navneteweyî bê nîşandan."    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin divê astengiyên li ber azadiya fikr û ramanê bên rakirin û siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û rojnamevanên ku ji ber saîqên polîtîk di girtîgehê de ne demildets bên berdan.    Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê detshilat dest ji zimanê xwe yê nefretê û cihêkariyê yê li hemberî muxalifan berde û hat gotin ku divê Tirkiye li gor xala 14'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê tevbigere û mafan esas bigire.    ÎHD'ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku encama herî girîgn a van hilbijartinan jî ew bû ku kurdan li dijî polîtîkayên ewlehîparêziyê û şidetê helwesteke mezin nîşan dane û hat gotin ku desthilat jî divê di warê meseleya kurd de gavên demokratîk biavêje.    Her wiha di daxuyaniyê de îşaret bi krîza aborî ya li Tirkiyeyê hat kirin û hat gotin ku divê mafên aborî û civakî yên karker û kedkaran bên mîsgoerkirin û peymanên di vî warî de yên îmzeya Tirkiyeyê li binî wan e neyên jibîrkirin û bên pêkanîn.    Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin nîviyê mirovên li vê erdnîgariyê ji pêkanînên polîtîk ên desthilatê û rêvebirina wê ne razî ne û ew parêzvanên mafên mirovan diparêzin ku divê detshilat vê rastiya bebriçav esas bigire û demildest ji bo pergal û feraseteke ku gelan diparêze û demokratîkbûnê tevbigere.