Li Elkê lehî rabû

Parve bike:

ŞIRNEX - Li taxa Karşiyaka ya Elkê duh şev ji ber baranê çem rabû û gelek mal di bin avê de man.

 
Li navçeya Elkê ya Şirnexê duh şev ji ber barana zêde lehî rabû. Li taxa Karşiyaka ya navenda navçeyê ji ber lehiyê gelek malên ku derdor çem bûn di bin avê de man û wesayît ber bi avê ve çûn. Ji ber lehiyê, ava çem û ya vexwarinê tevlihev bûn. Pireya di navbera taxa Karşiyaka û taxekî din a navçeyê hilweşiya û veguhestina di navbera tax û navendê qut bû. Hate diyarkirin ku li taxê av û ceyran hatine birîn û bi sedan welatî asê mane. Ji ber lehiyê gelek xaniyên ku zirar dîtibûn bi xetereya hilweşînê re rû bi rû ne.