DÊRSIM - Li dijî kana madenê ya ku dihat xwestin li Çiyayê Hel ê li navçeya Pilumurê bê çêkirin, Platforma Gundên Aşgirek, Gurik, Dagbek û Gundên Derdorê ve dora 2 hezar îmze hatin komkirin û pêşkêşî Miduriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Dêrsimê hate kirin.
Li navçeya Pilumur a Dêrsimê li dijî kana madenê ya ku Şîrketa Dîmîn Madencîlîkê dixwest li gundên Aşgirek, Gurik, Dagbek, Panceras Tojinge ava bike, Platforma Gundên Aşgirek, Gurik, Dagbek û Gundên Derdorê ve dora 2 hezar îmze hatin komkirin. Îmze pêşkêşî Mudiriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Dêrsimê hatin kirin. Beriya pêşkêşkirina îmzeyan endamên platformê li ber Muduriyetê daxuyanî. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên bi nivîsa “Em ê destûr nedin ku hûn axa me jehrî bikin”, “Em li Çiyayê Helê madenê naxwazin” hatin hilgirtin û metna daxuyaniyê ji aliyê Kasim Firat ve hate xwendin.
’JI BO 20 HEZAR DONIM ERD RUXSAT HATIYE DAYÎN’
Firat diyar kir ku dê destûrê nedin ku jîngeh û xweza bi projeyên madenê bên talankirin û ev tişt got: “Li her derê welat, ji bo rantparêziya sermayeyê wek qada madenê hatiye ragihandin. Yek ji van cihên herî girîng Pilumur Karagoz û derdora wê ye. Li heman herê ji bo 20 hezar erd ruxseta madenê hatiye dayîn. Ev proje, projeya ranparêziyê, ralanê û texrîbatê ye. Em wek gundiyên Pilumur Karagoz/Gurik û gundên derdorê û wek saziyên demokratîk, wekî ku me di daxwaznameya xwe de jî diyar kir, em carekî din tînin ziman ku em vê projeya ku dê xweza û çavkaniyên aboriyê yên herêmê tune bike, naxwazin.
Piştî daxuyaniyê, îmze pêşkêşî Mudiriyeta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Dêrsimê hatin kirin.