Li gelek bajaran dê berf û baran bibare

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora meteorolojiyê, dê li gelek bajaran barn û berf bibare û ji bo 42 bajaran bi koda zer hişyarî hate kirin. 

 
Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî parve kir. Midûriyetê, ji bo 42 bajaran bi koda zer hişyarî kir. Li gorî raporê, dê li bajarên Meletî, Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê baran bibare; li bajarên Erzirom, Qers û Wanê jî şilope û berf bibare. 
 
Hat ragihandin ku piraniya baranan dê li Amed û Botanê bibarin û li bakur û rojhilatê Serhedê jî berf û şilope bibare. Her wiha li başûrê Serhedê (ji bilî Wanê), Amed, Dêrsim, Çewlig, Agirî, Mûş û başûrê Erziromê û derdora Xarpêtê jî baraneke zêde bibare. 
 
Midûriyetê, ji bo welatiyên li deverên bilind ên rojhilatê Serhedê dijîn, hişyariya aşûtan kir. 
 
Bi domdarî midûriyetê ji bo bajarên Agirî, Çewlig, Bedlîs, Amed, Erzîngan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwas, Dêrsim, Riha, Wan, Êlih, Şirnex, Erdexan û Kilîsê Afyonkarahîsar, Enqere, Artvîn, Bîlecik, Bolu, Bursa, Çankiri, Çorum, Eskîşehîr, Gîresun, Gumuşhane, Hatay, Kastamonu, Kirşehîr, Kutahya, Rîze, Trabzon, Uşak, Yozgat, Bayburt, Kirikkale û Karabukê bi koda zer hişyarî kir.