Ji bo gelek bajarên Bakur bi koda zer hişyarî kir

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê bi koda zer hişyariya barînan kir û xwest welatî tevdîrên xwe bigire. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya 20’ê Adarê aşkera kir. Midûriyetê da zanîn ku dê li bajrên Meletî, Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê hişyariya barîna baranên zêde, ji bo bajarên Erzirom, Qers û Wanê jî hişyariya şilope û berfê kir. 
 
Midûriyetê, ji bo deverên bilind ên Herêma Serhedê jî hişyariya ketina aşût û lehiyan kir û xwest welatî tevdîrên xwe bigirin. 
 
Midûriyetê, ji bo barînên zêde bajarên Çewlîg, Bedlîs, Amed, Colemêrg, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Êlih û Şirnexê bi koda zer hişyarî kir.
 
Nûçeyên Têkildar
Projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan hat erêkirin: Em vê biryarê qebûl nakin
Projeya GES’ê ya li gundê Êzidiyan hat erêkirin: Em vê biryarê qebûl nakin

Şêniyên gundê Êzidiyan Bacinê yê Midyadê bertek nîşanî hewldana projeya GES’ê dan û diyar kirin ku ev heqaretekî li baweriya Êzidiyan e û ew ê qebûl nekin.

Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye
Çemê Mûradê di dorpêça JES û madenan de ye

Endezyara Zîraetê Întîzar Guzelçayê diyar kir ku Çemê Mûradê di bin gefa madena zêr û JES’ê de ye û got: “Gefeke mezin li ser tenduristiya gel heye.”

Qirkirina ekolojiyê dibe sedema zêdebûna penceşêrê
Qirkirina ekolojiyê dibe sedema zêdebûna penceşêrê

Pisporê Onkolojiya Tibbî Halîs Yerlîkaya, diyar kir ku di nava salekê de 260 hezar bûyerên penceşêrê hatine tesbîtkirin û got yek ji sedema zêdebûna penceşêrê jî qirkirina ekolojiyê ye. Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen jî got: “Siyanûr tê wateya jehrê.”

Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome
Li Gimgimê nobeta li dijî ‘JES’ê didome

Çalakiya nobetê ya li qada projeya JES’ê ku tê plankirin li gundê Xwarikê yê Gimgimê bikeve meriyetê, di roja 3’yan de didome.

Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de
Ji Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê daxuyaniya der barê lehî û bahozê de

Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê, diyar kir ku karesatên xwezayî ne tesadufî ne û banga bi "planên çalakiyê yên herêmî yên li ser bingeha ekolojiyê, zanistî û beşdarbûniyê" kir.