Cendirmeyan jina ducanî derb kir: Em ê destûrê nedin GES’ê

Parve bike:

AMED - Welatiyên gundê Arzoxlî yê girêdayî navçeya Sûrê diyar kirin ku di êrişa cendirmeyan de jinekê ducanî hatiye birîndarkirin û rakirina nexweşxaneyê û gotin dê destûrê nedin ku GES di nava erdên wan de bê çêkirin.

 
Li gundê Arzoxlî yê girêdayî navçeya Sûrê ya Amedê, welatî li dijî ZENKAR-1 a Santrala Enerjiya Rojê (GES) derketin û şîrket protesto kirin. Cendirmeyan êrişî welatiyan kir. Di êrişan de tevî jina ducanî 4 welatî birîndar bûn û 16 kes jî bi derbkirinê hatin binçavkirin. Piştî berxwedana welatiyan cendirme û rayedarên şîrketê ji herêmê derketin, welatî têkildarî êrişê ji ajansa me re axivîn. 
 
‘EM Ê DEV JI DOZA XWE BERNEDIN’  
 
Welatiyan diyar kir ku cendirmeyan bi ço, guleyên plastîk û qundaxa çekê ve êrişî wan kirine û ev tişt gotin: “Poz û ligên welatiyan hatin şikandin. 10 leşkeran tundî li welatiyekî kir. Li hemû jinan tundî kirin. Jina ducanî ji ber tundiyê rakirin nexweşxaneyê. Dev û pozê hevjînê wê jî şikandin û binçav kirin.”
 
Welatiyan anîn ziman ku dê destûrê nedin ku GES li gundên wan were çêkirin û wiha axivîn: “Me bikujin jî em ê destûrê nedin. Çavkaniya debara me ajalvanî û çandinî ye. Dixwazin vê ji destê me bigirin. Em ê destûrê nedin kesê. Kesê ev ax neda me, ya me ye. Dixwazin gundekî 150 malî bikin qurbana şîrketekî. Bi mirin û binçavkirinê nikarin me bitirsînin. Em ê dev ji doza xwe bernedin.”
 
MA / Fethî Balaman