Şaredariya AKP'î zeviya avî da ber îmarê 2026-03-12 10:23:18 ÇEWLÎG -  Sekreterê ÎKK ê Çewligê yê TMMOB'ê Canfîdal Boldaş ku bertek nîşanî biryara Şaredariya Çewligê ya AKP'î da ku erdê avî da ber îmarê, bilêv kir ku ev li zeviyên avî yên li herêma erdhejê xetere ye.    Şaredariya Çewligê ya AKP'î, bi Civîna Meclisê ya meha Çileyê, li taxên Kultur, Înali û Guveçliyê erdê avî yê 238,12 hektarî da ber îmarê. Ev yek bû sedema bertekan.    Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Çewligê ya TMMOB'ê, ji ber ku qada navborî li cihê xetên fayê ye, hewl dide biryara îmarê ber bi darazê ve bibe. Têkildarî mijarê Sekreterê ÎKK ê Çewligê yê TMMOB'ê Canfîdal Boldaş, bibîr xist ku Çewlig li ser Faya Anatolyaya Bakur û Faya Anatolyaya Rojhilatê ye. Boldaş, got: "Cîhana zanistê diyar dike ku perîyotên şikestinê yên li van her du fayan temam bûne û enerjiyeke zêd ekom bûye. Ji ber vê li Tirkiyeyê di warê erdhejê de cihê herî xetere Çewlig e."    Boldaş anî ziman ku li bajêr erdhejên mezin çêbûne û herî dawî di 6'ê Sibata 2023'yan de bandor ji erdheja Mereşê jî girtiye.    Boldaş biryara îmarê ya Şaredariya AKP'î rexne kir û got ku biryara ku meclisa şaredariyê bi piraniya dengan wergirtiye hem di warê çandiniyê de hem jî di warê erdhejê de bi pirsgirêk e. Boldaş destnîşan kir ku divê li bajarên bi xetereya erdhejê re rû bi rû û erda wan nerm tiştên bi vî rengî neyên kirin.    Boldaş destnîşan kir ku qada navborî di warê çandiniyê de ji bo Çewligê gelekî girîng e û got ku ger ev qada ji bo îmarê bê vekirin dê bandoreke mezin li çandiniyê û sewalvaniyê bike.    Boldaş da zanîn ku ew ê ji bo betalkirina vê biryarê serî li dadgehê bidin.