'Divê keda jinan bê dîtin'

Parve bike:
AMED – Sûna Eroglû ku piştî salên dûrûdirêj vegeriya Amedê ya ku jê koç kiribû, ji aliyekî ve zimanê xwe hîn dibe û ji aliyê din ve jî di kargeha mûmikan de bi hilberînê jiyana xwe didomîne. 
 
Sûna Eroglû ku ji hunerên destkariyê mezûn bûye û du salan perwerdehiya hostetiyê daye, zarokatiya xwe li Sûr a Amedê derbas kir. Sûna Eroglû gava 14 salî bûye, di sala 1994'an de ji ber zextên leşkeran tevî malbata xwe koçî Îzmîrê kir. Sûna Eroglû ji ber zextên wê demê yên li ser Kurdî zimanê xwe yê dayikê hîn nebûye, paşê beşdarî kursên Kirmanckî bûye û zimanê xwe hîn bûye. Sûna Eroglû ku gava li Îzmîrê bûye, bi rêya onlineyê beşdarî kursên Kurmancî bûye, li vir zimanê xwe hîn bûye. 
 
'EM LI MALÊ JÎ NEDIAXIVÎN'
 
Sûna Eroglû ku dema Kurdî bi awayekî fiîlî qedexe bû li Îzmîrê dijiya, diyar kir ku ew bêyî zimanê xwe mezin bûye. Sûna Eroglûyê got: "Wekî keseke di salên 90'Î de jiyaye, wê demê axaftina bi zimanê dayikê bi fiîlî qedexe bû. Li nav malê jî me bi Zazakî xeber nedida. Bavê min ji ber karê xwe pirî caran ne li cem me bû. Dêya min jî, ji tirsa bi Zazakî xeber nedida." 
 
Sûna Eroglûyê destnîşan kir ku ji ber zextan bi Tirkî mezin bûne û niha vê kêmasiyê baş hîs dike. 
 
KARGEHA MÛMIKAN
 
Sûna Eroglûyê kargeha mûmikan 2 sal berê dewr girtiye. Sûna Eroglû ku mûmikan çêdike, bi gelek tiştên cuda mûmikan çêdike. Sûna Eroglûyê diyar kir ku bi taybetî mûmikan bi berên xwezayî çêdike û got ku ji ber ku ev ji bo tenduristiya mirovan baştir e. Sûna Eroglûyê diyar kir ku li kargehê ji xeynî mûmikan hin tiştên din jî çêdike û got: "Zendik, xalxal û tiştên darîn çêdikim." 
 
Sûna Eroglûyê destnîşan kir ku ew li kargeha xwe perwerdehiyê dide jinan û got ku keda jinê ne li ber çavan e. Sûna Eroglûyê got: "Jinên ku tên vir perwerdehiyê dibînin, li malên xwe mûmikan çêdikin û difiroşin. Ev ji bo min tiştekî biqîmet e." Sûna Eroglûyê got ku divê keda jinan bê dîtin.