Gala fîlmê 'Valahî' yê li ser zimanê dayikê îro ye

Parve bike:

AMED - Galaya fîlmê Valahî ku balê dikişîne ser pirsgirêka zimanê dayikê, dê îro li Amed bê lidarxistin.

 
Galaya fîlmê Valahî ku derhênerê wê Alî Kemal Çinar e, îro dê saet di 8'ê êvarê de li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê bê lidarxistin. Fîlm ku Kerem Firtina û Hîchî Demîr tê de dilîzin, li ser mijara zimanê dayikê disekine. Derhênerê fîlmê Alî Kemal Çinar, beriya pêşandanê ji ajansa me re axivî. 
 
FÎLMA DUYEMÎN A DERHÊNER LI SER ZIMANÊ DAYIKÊ
 
Çinar diyar kir ku fîlm di sala 2017'an de hatiye sêwirandin û kişandina wê di sala 2024'an de dest pê kiriye û got: "Ez di destpêkê de welî kurtefîlmekî li ser vî fîlmî fikirîm. Paşê, ji ber ku mijar hêdî hêdî berfireh bû, min ew veguherand fîlmekî dirêj. Ev duyemîn fîlma min e ku li ser mijara zimanê dayikê ye. Berê min fîlmek bi navê 'Di Navberê De' hebû. Ew jî fîlmek bû ku li ser zimanê dayikê hatibû kişandin. Ji ber vê yekê, ez Valahî wekî fîlmekî duyemîn dibînim. Tevahiya fîlm li Amedê hatiye kişandin. Cihên kişandinê li deverên cuda yên bajêr bûn."
 
MIJARA FÎLMÊ
 
Çinar anî ziman kir ku wî dixwest nîşan bide ka zimanê dayikê çawa dibe pirsgirêkek mîna êşa zik û gotina Hrant Dink, "Zimanê dayikê mîna êşa zik e, hûn nikarin wê bêdeng bikin," jî ji bo wî îlham bûye. Çinar got: "Bi balkişandina ser gotinên Hrant Dink, eger zimanê dayikê bibe pirsgirêk, ew dibe êşa zik û ez vê pirsgirêkê wekî dengekî dibînim. Ji ber vê yekê fêrbûna vê gotinê bi mijara fîlm re hevdem bû. Fîlm îro pêşandana xwe ya yekem dike û ez difikirim ku divê her kes şansek bide wê."
 
BANGAWAZÎ
 
Çinar dea zanîn ku dê fîlm cara ewil li Amedê bê nîşandan û bang kir ku her kes were û piştî fîlmê sohbetekê bikin.