WAN - Îsal cara ewil Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîşê ji aliyê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê ve tê lidarxistin. Xelatên pêşbirkê dê sibê bên dayîn.
Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a 21 salî di 27’ê Îlona 2024’an de winda bûbû û cenazeyê wê di 15’ê Cotmehê de hatibû dîtin. Şaxa Egîtîm Sen a Wanê îsal ji bo bibîranîna jinên hatine qetilkirin Pêşbirka Çîrokên Jinan a Rojîn Kabaîşê li dar xist. Xelatgirên pêşbirkê diyar bûn. Encamên pêşbirka di 31’ê Çileyê de serlêdanên wê hatibûn destpêkirin sibê (14’ê Adarê) dê bên aşkerakirin.
Hate diyarkirin ku serlêdanên çîrokên ji bo pêşbirkê yên Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî xurt bûne. Di jûriya beşa Tirkî de Ayşegul Devecîoglu, Mehtap Ceyran, Pinar Ogunc; di beşa Kurmancî de Mizgîn Ronak, Mîne Acar, Roza Metîne; di beşa Kirmanckî de jî Gulçîn Şanli, Suzan Vejan Tatli û Stan Yaşar cî girtine.
‘ÇI HATE SERÊ ROJÎNÊ?’
Hevseroka Şaxê Funda Demîr Bozkurt got: “Ji 27’ê Îlona 2024’an heta niha em li benda ‘Çi bi serê Rojînê hat?’ ne. Di şexsê Rojîn Kabaîşê de ji bo têkoşîna jinan, tecrube û dengên wan bi rêya wêjeyê bên xuyakirin ev pêşbirk tê lidarxistin. Serlêdêran bi çîrokên xwe yên bi Kurmancî, Kirmanckî û Tirkî serlêdan kirin. Em armanc dikin ku bi van çîrokan bi rêya wêjeyê em tecrubeyên jiyanê yên jinan bighînin girseyekî xurt. Xelat sibê dê li Hêwana Baroya Wanê ya Tahîr Elçî saet 19.30’an de bên dayîn. Em hemû dostan vedixwînin. ”