AMED - Hunermend Alî Tekbaş strana “Babê Beşîr” a Mihemed Arifê Cizirî ji nû ve aranje kir û stirî. Tekbaş klîbek tevî dengê M. Arif Cizîrî û bi şêweyek nû ya stranê weşand.
Alî Tekbaş ê ku stranên herêma Colemêrgê û berhemên girîng ên muzîka Kurd bi şêweyekî nû ji bo guhdaran distirê, stranekî nû stirî. Tekbaş strana “Babê Beşîr” bi şêweyekî nû stirî. Strana ku arenjeya wê ji aliyê Alî Tekbaş û Levent Canen hatiye kirin bi dengê Tekbaş û Mihemed Arifê Cizîrê hate weşandin. Di klîbê de çîroka stranê hatiye vegotin û derhêneriya wê ya bi jîriya çêkirî ji aliyê Cahît Cecen ve hatiye kirin. Hûn dikarin li ser vê lînkê klîbê temaşe bikin:
https://www.youtube.com/watch?v=HErw3GIAkwY&list=RDHErw3GIAkwY&index=1
‘HÊVIYA YEKITIYÊ TÎNE BÎRA MIROV’
Alî Tekbaş anî ziman ku wî tevî dengê M. Arifê Cizîrî yê ku yek ji navê herî girîng ê dengbêjiya muzîka Kurdî striye û Cizîrî yê ku di nava gel de wek “Bibilê Kurdistan” hatiye binavkirin bi dengê xwe yê xurt bîr, êş, têkoşîna gelê Kurd bi muzîkê vegotiye û hunermendekî girîng e.
Tekbaş diyar kir ku ew bi wesîleya klamê Cizîrî bibîr tînin û ev tişt got: “Babê Beşîr, ne tenê çîrokek e, bi vegotinekî xurt bîra dîrokî ya gelê Kurd dihewîne. Di heman demê de dersa ji êşên berê, yekitiya Kurdan û dahatûyekî hevpar tîne bîra mirov.”
ÇÎROKA KLAMÊ
“Babê Beşîr” berhemekî girîng a dengbêjiyê ye û çîroka Ehmedê Silêman ê rûsipiyê eşîra Omerî ya li Nisêbîn a Mêrdînê ye. Berhem di salên 1920’î de têkşikanên gelê Kurd ê siyasî di şexsê wî de vegotiye. Ev strana ku parçeyekî ji çanda dengbêjiyê ye heta niha hatiye parastin.
Eşîra Omeriyan di dîrokê de heta niha li herêma Merdîn, Nisêbîn, Midyad û Stewrê belav bûye û eşîrekî resen a Kurd e. Di dîrokê de Mêrdîn ji ber rêyên bazirganiyê bûye navenda têkoşîna siyasî. Eşîra Omeriyan jî gelek caran sirûnî Reqa, Xarpêt, Palû û Qerejdaxê bûne.
ÇANDA DENGBÊJIYÊ
Di heman demê de dîroka Kurdî bi koçberiyê, sirgûn û polîtîkayên bişaftinê pêk tê. Rexmê hemû êrişan Kurdan zimab, çand û bîra xwe ya kolektîf bi çand û kevneşopiya dengbêjiyê parastiye.