Li Wanê konserta ciwanan hate lidarxistin

Parve bike:
WAN - Di konsera ku ji aliyê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ve bi dirûşmeya "Dem dema guhartinê ye, ciwan her tim pêşeng in" hat lidarxistin de, statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daxwazkirin.
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi dirûşma “Dem dema guhartinê ye, ciwan her tim pêşeng in” li Qada Bajêr a Wanê konsertek li dar xist. Di konserta ku bi tevlibûneke girseyî hat lidarxistin de, pankartên "Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî serbikevin” û “Dem dema guhartinê ye” hatin hilgirtin. Li qadê standek hatibû avakirin ku li serê pirtûk û çanta cih digirtin. Polîsan dest danîn ser belavokên li ser standê ku behsa polîtîkayên şerê taybet dikirin.
 
Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û di dema çalakiyê de bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
 
'EM Ê RÊ NEDIN POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET'
 
Endamê Ciwanên Xwendekar Veysel Îlhan ku axaftina destpêkê ya konsertê kir, diyar kir ku ciwanên Kurd tevî hemû zextan bi salan e li ber xwe didin û têdikoşin û ev tişt got: “Vê pêvajoyê em ciwan dê birêvebibin. Ev pêvajo ji bo tevahiya gelê Kurd û cîhanê gaveke girîng e. Em weke ciwan dibêjin ku paradigmaya Rêberê me xeta me ya sor e. Statuya Rêbertiya me mifteya vê pêvajoyê ye. Em weke ciwan, em ê rê nedin polîtîkayên şerê taybet.”
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Amed Uçak jî anî ziman ku ew weke ciwan di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin de cih digirin û destnîşan kir ku ew ê li her qada ku şerê taybet lê hebe têbikoşin.
 
Piştî axaftinan hunermend Kasim Taşdogan û Aylîn Demîrkaya derketin ser dikê. Çalakî, bi govendên ku li ber stranên hunermendan hatin girtin bi dawî bû.