Xwendekarên zanîngehê ji ber pirsgirêka debarê nikarin bixwînin

Parve bike:

ENQERE - Xwendekara zanîngehê Merve Vargeloglû ku ji bêgavî hem ji bo xwendina xwe û hem jî ji bo debara xwe bixebite, got: "Ez bûme ciwaneke ku dixebite, lê nikare tam bixwîne."

Xwendekarên ku li zanîngehên Enqereyê dixwînin ji ber zêdebûna lêçûnên jiyanê, kêmbûna bursan û pirsgirêka hêwirandinê, ji bo berdewamiya xwendina xwe zehmetiyan dikişînin. Gelek xwendekar neçar in ku ji bo temamkirina xwendina xwe, bixebitin.
 
Merve Vargeloglû, xwendekara Beşa Matematîkê ya Zanîngeha Hacettepeyê, Ozgur Berfîn Guneş, xwendekara rojnamevaniyê ya Zanîngeha Haci Bayram Veli ya Enqereyê û Sevinç Alim, xwendekara Beşa Matematîkê ya Zanîngeha Enqereyêê ku hemî di heman demê de dixebitin, gotin ku xebata di karekî de û xwendin bi hev re ne mumkin e.
 
‘GAVA EM KIRÊ BIDIN HEQÊ XWARINÊ NAMÎNE'
 
Merve Vargeloglûyê diyar kir ku ji ber ku navnîşana wê li Enqereyê ye, wargehek ji bo wê nehatiye veqetandin û got ku ew her roj bi tevahî 6 saetan di rê de ye. Wê destnîşan kir ku ev rêwîtiyên dirêj ji bo dijwar in ku li ser xwendina xwe hûr bibe û ji ber vê yekê ew neçar e ku bixebite da ku xaniyekî nêzîkî dibistanê kirê bike. Merve Vargeloglûyê got: "Ez li navendên dersdayînê dixebitîm û her wiha min nîv-wextî jî xwnedkearî dikir. Lê ev yek nekarî berdewam bike û zehmetiyên aborî dest pê kirin. Dema ku pergala prolîzekirinê dest pê kir, em xwendekarên ku li zanîngehê nehatine bicîhkirin neçar in ku her roj beşdarî dersan bibin wekî ku em ne mecbûr bin ku bixebitin." Merve Vargeloglûyê diyar kir ku bi derbasbûna bo vê pergalê re, ciwanên ku neçar in di dema xwendinê de bixebitin ji zanîngehan tên derxistin û got: "Ez niha onlîne dixebitim. Ez bûme ciwanek ku bi tevahî demê dixebite û nikarim nîv-demê jî bixwînim. Bursên ku ji hêla Saziya Kredî û Wargehên Xwendinê (KYK) ve têne dayîn têrê nakin. Gava em kirê bidin, heqê xwarinê jî bi me re namîne." 
 
Ozgur Berfîn Guneşê diyar kir ku wê di salên lîseyê de hem dest bi xwendinê û hem jî xebatê kiriye. Wê destnîşan kir ku dema wê dest bi zanîngehê kiriye, neçar maye gelek karan bike û ji xwendinê bêtir dem ji bo xebatê derbas kiriye. Ozgur Berfîn Guneşê got: "Dema ku em dixebitin, ne mimkûn e ku meriv demeke berhemdar ji bo jiyana civakî an dibistanê veqetîne. Her çend em wex bibînin jî, erkên me yên wekî xwendin an bêhnvedanê hene. Lê ji bilî vê, parastina xeleka civakî an beşdarbûna her çalakiyek civakî ne mimkûn e, ne tenê ji bo xwendekaran, lê ji bo piraniya nifûsa welêt wiha." 
 
Sevinç Alimê jî heman pirsgirêkan anî ziman. Wê diyar kir ku hejmareke girîng ji xwendekaran neçar in ku hem ji bo berdewamiya xwendina xwe û hem jî ji bo debara xwe bixebitin û bal kişand ser kedxwariyê, bi taybetî di sektora xizmetguzariyê û karên ne ewle de.