Ciwanan bi meşê êrişên li ser Rojavayê protesto kirin
COLEMÊRG – Li Geverê, ciwanan li dijî êrişên li ser Rojavayê meşiyan û dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rêber Apo" û "Jin, jiyan, azadî" berz kirin.
Li taxa Yenî Mahalle ya navçeya Gever a Colemêrgê, ciwanan êrişên li ser Rojavayê ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin bi meşekê protesto kirin. Gelek ciwan beşdarî meşê bûn û pirî caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rêber Apo" û "Dîsa û dîsa serhildan, Rêberê me Ocalan" berz kirin.
Piştî meşê, ciwanan li taxê agir pêxistin, stranên berxwedanê gotin û bi fîşekên hewayî êriş protesto kirin