Bîlançoya li Îranê giran dibe: Herî kêm hezar û 369 kes hatin kuştin 2026-03-19 12:38:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Rojhilat de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 20 rojan de herî kêm hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.    Ajansa Nûçeyan a Aktîvîstên Mafên Mirovan (HRANA) li ser bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li ser Îranê û rojhilatê Kurdistanê daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê li 11 bajaran herî kêm 79 caran êriş hatin kirin, 15 navendên leşkerî, baregehên Muxafizên Şoreşê yên Îranê, navendên Besîcê, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên petrolê û navendên enerjiya nukleerê hatin bombekirin.   HRANA'yê diyar kir ku di encama van êrişan de 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 105 sivîl jî birîndar bûn. Li gorî heman çavkaniyê, ji 28'ê Sibatê dema destpêkirina şer û vir ve 207 jê zarok hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.