Rageşiya di navbera DYA-Îranê û tevgera leşkerî ya li Hurmuzê zêde dibe

Parve bike:

ENQERE - Gefên di navbera DYA û Îranê de her ku diçe zêdetir dibin û li hêla din liv û tevgera li welatên Kendavê û baregehên “veşarî” di rojeva çapemeniya cîhanê de ne. 

 
Liv û tevgera leşkerî ya li welatên Kendavê û gefên li ser xeta DYA-Îsraîlê di rojeva çapemeniya cîhanê de ne. Rageşiya leşkerî û dîplomatîk a li Rojhilata Navîn bi xwe re xetereya jinûve destpêkirina şer tîne û baregehên leşkerî yên veşarî jî gelek nîqaş bi xwe re anî. 
 
Piştî êrişa bi dronan a li dijî Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî, li nêzî Santrala Nukleerê ya Barakahê ya li bajarê Abu Dabiyê şewat derket. Yek ji mijarên sereke ya çapemeniya cîhanê jî ev êriş bû. Reutersê, êrişa hatiye kirin weke parçeyeke şerê li dijî Îranê nirxand û got şer xitimî ye. 
 
Li hêla din bandora êrişê li ser piyasaya enerjiyê jî çêbû. Reutersê, di heman demê de anî ziman ku piştî muzakere xitimîn, bihayê petrolê jî zêde bûye û bihayê petrola xam a Brentê ji sedî 1,24 zêde bûye û derketiye 110,62 dolaran. Her wiha got ku bihayê petrola xam a WTI’yê jî ji sedî 1,75 zêde bû û derket 107,26 dolaran.  
 
Yek ji welatên din a êrişa dronê ragihandî jî Erebistana Siûdî ye. Arab News a navenda wê Pakistan e, ragihand ku Erebistana Siûdî 3 dronên ji Iraqê rabûn bêbandor kiriye.
 
GEFXWARIN DIDOMIN
 
Li hêla din; Serokê DYA’yê Donald Trump li ser platforma medyaya dijîtal Truth Socialê hinek peyam parve kir û got: “Dema Îranê her ku diçe bertengav dibe. Heke bi lez û bez bikevin nava tevgerê dê baş bibe. Nexwe dê ji wan tiştek nemîne.” Van gefên Trump di qada cîhanê de deng veda. Bloomberg a navenda wê Amerîka, di nûçeyeke xwe de ku dispêre ajansa nîvfermî ya Îranê, got DYA ji bo aştiyê 5 şertan didane pêşiya Îranê. Li gorî nûçeyê, ji van şertan yek jê ew e ku Îran uranyuma hatiye dewlemendkirin bişîne Amerîkayê, ya din DYA tu tazmînatê nade Îranê û ya din jî ew e ku Îran tenê ji çar paran pareke malê xwe yê hatiye cemidandin bikare bi kar bîne. Li hêla din; Ajansa Nûçeyan a Mehrê diyar kir ku DYA’yê tu tawîzeke şênber pêşkeş nekiriye û hewl dide tawîzên di dema şer de bi dest nexistî bigire û ev jî muzakereyan dixitimîne. 
 
ÎDIAYA BAREGEHÊN VEŞARÎ
 
Yek ji mijarên din a balkêş ku di çapemeniyê de cih girtî jî mijara baregehên leşkerî yên nepen bû. Rojnameya The New York Timesê ragihand ku li Iraqê baregehên leşkerî yên Îsraîlê yên veşarî hene. Li gorî nûçeyê; ji bo operasyonên li dijî Îranê, li çolên rojavayê Iraqê du baregehên leşkerî yên veşarî hatine avakirin. Hat destnîşankirin ku ev baregeh, di şerê 12 rojan ê di navbera Îran-Îsraîlê de ji bo alîkariya hewayî û mudaxileya tibbî hatin bikaranîn. Her wiha hat gotin ku haya DYA’yê ji beriya 2025’an ve ji van baregehan hebû.