Li Îranê piştî şer mafên heyî jî hatin astengkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtorê malpera "Dengê Girtiyan a li Îranê" Shahrokh Tavakolî, diyar kir ku di pêvajoya şerê DYA û Îsraîlê de hemû mafên girtiyan hatine rawestandin û got: "Rejîm ji şer û dijminekî biyanî zêdetir ji gel ditirse. Şermezarkirina van kiryaran ne bes e, divê zext were kirin."
 
Li Îranê zext û binpêkirinên mafan ên li dijî mûxalîfên rejîmê berdewam dikin. Li gorî raporên mafên mirovan, tenê di sala 2025’an de herî kêm hezar û 639 kes hatine bidarvekirin û bi deh hezaran kes hatine girtin. Dîsa li gorî heman raporan, di xwepêşandanên ku di dawiya sala 2025’an de dest pê kirin zêdetirî 30 hezar kes hatin qetilkirin. Di vê pêvajoyê de hejmara kesên ku rastî binpêkirinan hatine û hatine girtin jî nêzî heman hejmarê ye.
 
Girtîgeh di serê lîsteya cihên ku binpêkirin herî giran lê tên jiyîn de ne. Ji ber rejîma zordar, der barê binpêkirinên li girtîgehan de daneyên piştrastkirî nayên bidestxistin. Lêbelê raporên rêxistinên mafên mirovan rewşa giran a girtîgehan aşkera dikin.
 
Yek ji edîtorên malpera "Dengê Girtiyan a li Îranê", aktîvîstê mafên mirovan Shahrokh Tavakolî, tiştên li girtîgehan diqewimin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
'DOZ TUNEYE ÎŞKENCE Û GIRTIN HENE'
 
Tavakolî destnîşan kir ku piştî şerê ku DYA û Îsraîlê da destpêkirin, nezelaliya li girtîgehan hîn bêtir zêde bûye. Tavakolî anî ziman ku hikûmet bersiva malbatên girtiyan nade û ev tişt got: "Ev sepan berê jî hebû, lê di dema şer de hîn zêdetir bû. Di hefteyên dawî de pêvajoya darizandinê bi piranî sekinî û gelek girtî di nav nezelaliyê de man. Daxwazên mîna destûr an jî berdanê bêbersiv hatin hiştin."
 
JIYANA GIRTIYAN DI XETEREYÊ DE YE
 
Tavakolî anî ziman ku li Girtîgeha Evînê binpêkirinên mafan lê zêde ne û wiha pê de çû: "Serlêdanên ku girtî di bin şert û mercên pir xerab de dijîn digihîjin me. Li herêmên ku derfetên ragihandinê kêm in, rewş hîn xerabtir e. Girtî nikarin bigihîjin derman, kelûpelên paqijiyê, ava vexwarinê û xwarinê. Girtî carinan dibêjin ku wan di nava rojê de qet xwarin negirtiye an jî pir kêm girtine. Gihîştina girtiyan a ji bo hewcedariyên bingehîn hat astengkirin. Jiyana gelek girtiyan di bin xetereyeke cidî de ye.Ji ber vê rewşê gelek girtî nayên tedawîkirin. An jî tenê girtiyên di rewşên pir krîtîk de sewqî nexweşxaneyê dikin."
 
'CENAZE NEDAN MALBATAN'
 
Tavakolî anî ziman ku agahî nadin gelek malbatan ka xizmên wan li ku derê têne ragirtin an jî rewşa dozên wan çi ye û got: "Rewş tenê bi vê ve ne sînordar e. Gelek kes bi dizî tên înfazkirin. Destûr nayê dayîn ku cara dawî bi malbatên xwe re hevdîtin bikin. 6 girtiyên ku endamên Rêxistina Mucahîdên Gel (MEK) bûn hatin bidarvekirin, cenazeyên wan jî nedan malbatan. Destûr nedan ku malbat şîna hezkiriyên xwe bigirin. Bi taybetî girtiyên siyasî û yên di çalakiyên dawî de hatine girtin, destûr nayê dayîn ku parêzeran bigirin. Rejîm tenê wan parêzerên ku bixwe destûr dayê erkdar dike. Mafê malbatan nîne ku parêzerên bi dilê xwe tayîn bikin."
 
ZEXT LI MALBATAN: 'SERÎ LÊ NEDIN'
 
Tavakolî diyar kir ku rejîm girtiyan ji bo "kontrolkirina malbatan" bi kar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rejîm girtiyan bi kar tîne da ku nîşan bide wê muxalefetê bitepisîne. Rejîm gefan li malbatan dixwe ku girtina xizmên xwe ranegihînin (ji rêxistinên mafên mirovan an jî çapemeniyê re). Gelek malbat dibêjin ku rayedar israr dikin ku ew girtinê ranegihînin. Dibêjin ku ragihandina girtinê wekî pêwendiya bi medyaya biyanî û dijmin re tê dîtin û ev ê doza girtiyan hîn girantir bike."
 
'ŞERÊ RASTÎN DI NAVBERA GEL Û REJÎMÊ DE YE'
 
Tavakolî rave kir ku rejîm ji serhildaneke nû ya gengaz ditirse û wiha axivî: "Ji şer, bombekirin û dijminekî biyanî bêtir ji serhildana gel ditirse. Bi taybetî bi zextên li ser girtiyên siyasî, dixwaze tirs bixe nav gel û bi vî rengî serhildaneke gengaz bitepisîne. Gel cihê xwe ji bombeyan biparêze nabîne, lê her roj bi sedan kes bi sûcdariya sîxuriyê tên girtin. Li Ahwazê xwediyê çayxaneyekê yê astengdar Hossein Ghavî/Silawî, ji ber ku wêneya êrişeke hewayî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, hat girtin. Ghavî di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Ev bûyer bi serê xwe nîşan dide ku ew çiqas ji serhildanê ditirsin.
 
Rejîm gefa serhildanê pir cidî digire. Gel di fersenda herî biçûk de her protestoyê vediguherîne serhildanê. Çalakiyên ku di 28’ê Kanûnê de dest pê kirin vê yekê nîşan didin. Rejîm vê yekê hîs dike û ji ber vê yekê her cure protestoyê wekî 'dijmin û biyanî' nîşan dide û ditepisîne. Şerê rastîn di navbera gel û vê rejîmê de ye. Amûrên rejîmê jî zindan, îşkence û bidarvekirin in."
 
Tavakolî bal kişand ser êrişên DYA-Îsraîlê û got: "Vî şerî jî wekî amûrekê ji bo tepisandina gel û bersivnedana daxwazên bingehîn ên gel bi kar anî. Rejîm bi hinceta ku welat di şer de ye, destûrê nade ku polîtîkayên wê werin rexnekirin. Wekî ku Xumeynî jî gotiye, ev şer ji bo rejîmê keremeke îlahî ye."
 
'ŞERMEZARKIRIN NE BES E, DIVÊ ZEXT BÊ ZÊDEKIRIN'
 
Tavakolî destnîşan kir ku saziyên navneteweyî li hemberî tiştên li Îranê diqewimin tenê peyamên şermezarkirinê diweşînin û tekez kir ku ev rewş ne bes e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Daxuyaniyên navneteweyî pêwîst in lê ne bes in. Divê rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî bi zextên qanûnî an jî siyasî rê li ber berdewamiya van darvekirinan bigirin. Divê rejîmê li pêşberî sazî û dadgehên navneteweyî mecbûrî hesabdayînê bikin. Divê gel ji dewletên xwe bixwazin ku hemû têkiliyên xwe bi rejîma Îranê re bibirin. Ji bo rakirina darvekirinan û berdana girtiyên siyasî divê zext were kirin. Ji bo polîtîkayên lihevhatinê û kirîna nefta erzan, nabe ku mafên mirovan werin feda kirin. Heke qad ji vê polîtîkayê re were vekirin, dê herêm û cîhan jî hîn bêtir bikeve nava bêewlehiyê."
 
MA / Bêrîvan Kutlu
Nûçeyên Têkildar
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir
Îranê êrişî biryargehên Komalayê kir

Muhafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku êrişî biryargehên Komalayê yên li Hewlêrê kirine.

Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe
Dîrektorê IHRNGO’yê: Zû yan jî dereng dê li Îranê teqez guherîn çêbibe

Dîrektorê IHRNGO’yê Mahmod Amry Moghaddam, diyar kir ku di nava 20 salen dawî de cara ewil e dibînin hejmara darvekirinan ewqas zêde dibe û got: “Rayedar ne bombeyên DYA-Îsraîlê, gelê Îranê weke gef dibîne. Lê êdî tiştekî bidin gel nemaye û zû yan jî dereng teqz dê li Îranê guhertin çêbibe.”

Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin
Rojnameger Muradyaliabady: Divê mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin

Rojnameger Diako Muradyaliabady diyar kir ku ji bo rawestandina darvekirin û zextên li Îranê divê hemû beşên civakê bibin yek û got: “Divê bi yekbûnê rêxistineke mayinde bê avakirin. Pêwîst e nerazîbûna belav bibe hêzeke birêxistinkirî û mekanîzmayên rêya sêyemîn bên avakirin.”

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin
Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê: Darvekirinan rawestînin

Dayikên Aştiyê yên Rojhilatê ku der barê darvekirinan de daxuyanî dan, banga rawestandina darvekirinan kirin.

Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne
Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne

Birayê Nêrgiz Mihemedî Hamîd Riza Mihemedî diyar kir ku xetere li ser rewşa tenduristiyê ya xwişka wî heye û got: “Bi alîkariya cîhaza oksîjenê dikare bêhnê bistîne.”