NAVENDA NÛÇEYAN - Rûsya û Ûkraynayê têkildarî binpêkirina agirbesta bi boneya Paskalyayê hatibû ragihandin daxuyanî dan û hev bi binpêkirina agirbestê sûcdar kirin.
Di şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê de ku çar sal in didome, bi boneya pîrozbahiyên Cejna Paskalyayê agirbestekî demkî hatibû ragihandin. Serokatiya Fermandariya Giştî ya Ûkranyayê diyar kir ku agirbesta ku ji ber Cejna Paskalyayê hatibû ragihandin, ji hêla Rûsyayê ve 2 hezar û 299’an caran hatiye binpêkirin.
Her wiha hat gotin ku 28 êrişên bejahî pêk hatine, bi sedan top hatine avêtin û gelek car êriş bi dronan hatine kirin. Hat gotin ku bi giranî êriş bi çekên FPV û dronan hatiye kirin.
Wezareta Parastinê yê Rûsyayê jî ragihand ku artêşa Ûkranyayê hezar û 971 car agirbestê binpê kiriye. Moskowê, destnîşan kir ku ev binpêkirin ji 11’ê Nîsanê û vir ve hatiye qeydkirin û ji vê Kievê berpirsiyar girt.
Tê dîtin ku agirbesta demkî ya li eniya şer ku ji hezar û 200 kîlometreyî bêhtir e, nehatiye bicih anîn. Ji ber herdu alî hev sûcdar dikin, hêviya ku şer raweste qels dike û nîşan dide ku rageşiya li herêmê didome.