Abdullah Ocalan: Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin

Parve bike:

RIHA - Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan rexne li dewletê girtiye ku di pêvajoyê de gavan navêje û gotiye: “Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin.”

Di 26’ê Sibatê de li Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina malbatê pêk hat. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û biraziyê wî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan beşdarî hevdîtinê bûn. Mehmet Ocalan der barê naveroka hevdîtinê de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
Mehmet Ocalan diyar kir ku di hevdîtinê de bêtir li ser pêvajoya nû hatiye axaftin û Abdullah Ocalan li ser projeya ku di vê çarçoveyê de hatî amadekirin nirxandin kirine. Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan aniye ziman ku dibe ku ev proje ji aliyê hin derdoran ve lawaz bê dîtin, lê dê naveroka wê ji aliyê gel ve bê xurtkirin. Mehmet Ocalan gotinên Abdullah Ocalan wiha ragihandin: “Hûn her tiştî tînin ziman lê derbasî pratîkê nakin. Gotin heye lê pêkanîn nîn e. Ji niha û pê ve divê her kes li cihê xwe, li bajarê xwe rastiya tevgera Kurd mezin bike. Dewlet êdî dibêje ku hebûna Kurd qebûl kiriye, lê qebûlkirina hebûnê bi tenê têrê nake. Divê hundirê vê rastiyê bê dagirtin. Di pêşerojê de heke hêz neyê xurtkirin çareserî pêş nakeve. Dema hêz xurt bibe, mîna berê asteng namînin, ji bo Kurdan qad hinekî vebûye.”
 
DIVÊ DI HER QADA JIYANÊ DE KURDÎ HEBE
 
Mehmet Ocalan diyar kir ku bal hatiye kişandin ser mijara ziman û çandê jî û Abdullah Ocalan li ser bikaranîna Kurdî rexne kiriye û wiha got: “Min jê re got ku li gelek bajarên Kurdistanê bikaranîna Kurdî gelekî kêm bûye. Wî diyar kir ku ev yek ‘nayê qebûlkirin’. Got ku bêyî xurtkirina hêzê, di qada ziman û çandê de çareserî pêk nayê. Got ku ji niha û pê ve divê di her qada jiyanê de Kurdî bibe esas, civîn, xebatên şaredariyan û hemû saziyên demokratîk divê bi Kurdî birêve biçin. Got ku ne tenê navên saziyan, divê xebat û rêvebirina wan a navxweyî jî bi Kurdî be. Ev nirxandin en tenê di vê hevdîtinê de berê jî anîbû ziman.”
 
‘PROJEYA NÛ YA JI BO 4 PARÇEYAN’
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku li ser Rojhilata Navîn jî nirxandin hatine kirin û Abdullah Ocalan diyar kiriye ku li ser projeyên cuda yên ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dixebitin. Mehmet Ocalan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji bo Başûr, Rojava û Rojhilat projeyên nû tên amadekirin. Got ku ev proje dê bikevin dewrê. Diyar kir ku Kurdên li Îran, Başûr, Rojava û Bakur parçeyek ji vê pêvajoyê ne û ji bo her parçeyî projeyên cuda hene.”
 
‘EM Ê BI XURTKIRINA HÊZA XWE ÇARESERIYÊ PÊŞ BIXIN’
 
Mehmet Ocalan anî ziman ku der barê nêzîkatiya dewletê ya li hemberî pêvajoyê de jî Abdullah Ocalan ev tiş gotiye: “Me gavên mezin avêtin, ji niha û pê ve divê dewlet jî gavan biavêje. Lêbelê em ê bala xwe nedin ser dewletê, em ê bala xwe bidin ser xurtkirina tevgera xwe. Em ê bi xurtkirina hêza xwe çareseriyê pêş bixin.”
 
MA / Melîk Varol
 
Nûçeyên Têkildar
Abdullah Ocalan: Divê rê li ber her kesî bê vekirin ku tevlî siyaseta demokratîk bibe
Abdullah Ocalan: Divê rê li ber her kesî bê vekirin ku tevlî siyaseta demokratîk bibe

Abdullah Ocalan, bal kişand ser girîngiya qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk û got: "Eger komîsyona ku li Meclisê hat avakirin dixwaze çareseriya aştî û demokratîk a di navê wê de pêk were, divê gavên ku mafê tevlîbûna siyaseta demokratîk û garantiyên qanûnî ji bo hebûna Kurd peyda dikin, bavêje."

Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende
Karsaz Demîrcî: Pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin firsende

Karsaz Osman Demîrcî, pêvajoya li Tirkiyeyê weke rêya rizgariya ji krîza aborî nirxand û got: “Pêvajoya aştiyêya birêz Ocalan daye destpêkirin û ji bo wê canê xwe daniye holê, di esasê xwe de aborî ye, refah e.”

Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê
Peyama Newrozê ya Abdullah Ocalan: Di destê me de ye ku em vê salê veguherînin sala azadiyê

Di pîrozbahiya Newrozê ya Amedê de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin: “Di destê me de ye ku em îsal ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn veguherînin saleke rasteqîn a azadiyê.”

Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
Ji bo rakirina tecrîdê û ‘mafê hêviyê’ kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Komîteya Parastina 'Mafê Hêviyê' û Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ya Navneteweyî, ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û cîbicîkirina “Mafê hêviyê”, dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.

Partiyên sosyalîst ji bo guhertina mercên Ocalan bang kirin
Partiyên sosyalîst ji bo guhertina mercên Ocalan bang kirin

Nûnerên SOLDEP, YSP û SYKP’ê diyar kirin ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş ve biçe, gava ewil ew e ku ji bo Abdullah Ocalan mercên azad bên amadekirin.