NY: Divê Îsraîl êrişên li ser Lubnanê rawestîne

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'yê Volker Turk diyar kir ku piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê û fermana valakirinê bi sed hezaran kes koçber bûne û got ku ev yek fikarên cidî der barê hiqûqa mirovî ya navneteweyî de çêdikin.

 
Neteweyên Yekbûyî (NY) fikarên xwe yên li ser koçberiya girseyî ya ji ber êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser Lubnanê û fermana valakirinê anî ziman.
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Volker Turk li Cenevreyê bi rojnamevanan re axivî û diyar kir ku Lubnan “bûye noqteyeke sereke ya gengeşiyê”. Volker Turk daxwaza demildest rawestandina êrişan kir.
 
Turk bal kişand ser fermana valakirinê ya Îsraîlê ji bo taxên başûrê Beyrûtê hatine dayîn û destnîşan kir ku ev biryar bandorê li ser sed hezaran kesan dike. Turk diyar kir ku ev ferman fikarên cidî derbarê hiqûqa mirovî ya navneteweyî de çêdike û bal kişand ser encamên hiqûqî yên koçberiya bi zorê.
 
Volker Turk got: ”Fermanên ku gel ji cih û warên wan dike bandorê li ser sed hezaran kesan dikin û di çarçoveya hiqûqa mirovî ya navneteweyî de bi taybetî dema ku mijar dibe koçberî fikarên cidî çêdibin.”
 
Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku ji roja Duşemê ve herî kêm 217 kesan di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane.