NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentoya Portekîzê dê sibe bi rojeva pêşnûmeya ku têkildarî şopandina rewşa insanî û parastina mafên mirovan pêşniyaran dike, bicive.
Li Parlamentoya Portekîzê wê pêşnûmaya hejmar 511/XVII/1.ª a ji aliyê parlamenterên LIVRE (Partiya Azad) ve hate pêşkêşkirin ku têkildarî Sûriye û Rojava bang li hikûmetê dike, wê di 13’ê Sibatê roja înê li Desteya Giştî de were nîqaşkirin.
Di pêşnûmaya ku di 21’ê Çileyê de ji aliyê parlamenterên LIVRE’yê Isabel Mendes Lopes, Filipa Pinto, Jorge Pinto, Patricia Gonçalves, Paulo Muacho û Rui Tavares ve ji Serokatiya Meclisê re hate pêşkêşkirin de, bi taybetî jî balê dikşîne krîza mirovî ya giran a di encama şer û pevçûnên li taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê de derketiye holê
Di teksta pêşnûmayê de tê diyarkirin ku artêşa Colanî li gel komên Îslamparêz ên tundraw û piştgiriya dewleta Tirk li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) êriş hatine birêvebirin, di encama van êrişan de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi sedan birîndar bûne, winda bûne, bi awayekî kêfî hatine binçavkirin û bo deh hezaran jî bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin.
'GELEK DAIŞ'Î REVIYAN'
Di beşa sedemê de hate îfadekirin ku Nexweşxaneya Xalid Fecir jî di nav de saziyên tenduristiyê hatine hedefgirtin; 82 kes hatine qetilkirin (ji wan 43 welatiyên sivîl in), 133 kes birîndar bûne, 278 kes winda bûne, zêdetirî 150 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û 300 kes bi awayekî kêfî hatine binçavkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku 3 hezar û 500 cîhadîst hatine berdan, ji Girtîgeha Şedadê hezar û 500 endamên DAIŞ’ê reviyane û ji wan 130 kes dubare hatine girtin.
Di pêşnûmayê de hate diyarkirin ku piştî êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê li seranserê Rojava êrişên nû hatine destpêkirin û hate îfadekirin ku avaniya ku di deh salên dawîn de girêdayî azadî, demokrasî û nûnertiya wekheviya gelan hatiye avakirin, di bin gefan de ye. Her wiha hate destnîşankirin ku li gel Kurdan, Elewî, Durzî û Xiristiyan jî bi binpêkirinên mafên mirovan ên cidî re rû bi rû ne.
'DIVÊ YE Û NY HELWESTEKÎ AŞKERA NÎŞAN BIDIN'
LIVRE’yê diyar kir ku divê ew weke endameke Yêkitiya Ewropayê (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) li hemberî binpêkirinên mafên mirovan helwesteke eşkere nîşan bidin û bang kir ku divê piştevaniya hewlên navneteweyî ên têkildarî aştî û dabînkirina aramiyê were kirin. Di pêşnûmayê de hate gotin ku di serdemeke ku gelek welat hewl didin ji nû ve bi rêveberiya Şamê re têkiliyên dîplomatîk ava bikin de divê rêzgirtina ji mafên hemû pêkhateyên li welêt û xweseriyê re bibe pêşmercê her cure diyalogê.
PÊŞNIYARÊN HATINE KIRIN
Di pêşnûmayê de ji hikûmeta Portekîzê re ev pêşniyar hatine kirin:
* Di nava koordînasyona li gel YE û NY’ê de jinêzveşopandina rewşa mirovî ya li bakurê Sûriyeyê û geşedanên li herêmên Kurdan; bicihanîna birayara hejmar 2254 a Konseya Ewlehiya NY’ê, bi armanca parastin û piştgirîdayîna nifûsa gelê Kurd, avakirina mekanîzmayên dîplomatîk û mirovî yên guncav û hewldana ji bo agirbesteke bibandor,
* Girêdayî NY û YE’yê şopandina rewşa mirovî ya li Rojava û bi armanca belgekirina binpêkirinên mafên mirovan ên têne îdîakirin, avakirina heyeteke ji çavdêrên navneteweyî pêk tê.
Tê payîn ku pêşnûmaya ku wê di 13’ê Sibatê de li Meclisa Komara Portekîzê were nîqaşkirin, wê bandoreke mezin li nîqaşên raya giştî yên Ewropayê yên têkildarî geşedanên li Rojava bike.