NAVENDA NÛÇEYAN – Li Parlementoya Ewropayê piştî rûniştina der barê Rojavayê de, dê îro dengdan li ser pêşniyaza ji bo parastina kêmneteweyan,piştgirîkirina an naskirina mafên wan ên destûra bingehîn bê kirin.
Parlamentoya Ewropayê (PE) di 10'ê Sibatê de pêşketinên li Sûriyeyê û êrişên li ser Rojavayê ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên paramîlîter ên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve hat kirin, daxilî rtojeva xwe kir. Di rûniştina duh de, êrişên ku ji 6'ê Çileyê ve berdewam dikin hatin nirxandin û rexne li rayedarên Yekîtiya Ewropayê hatin kirin.
Parlamenterê bi eslê xwe Ereb Ebber El-Sehlanî bi cilên Kurdî beşdarî rûniştinê bû û bal kişand ser bedêlên ku Kurdan dane. El-Sehlanî bang li parlamentoyê kir û got: "Kurdên ku wextekê azadiya me diparastin, îro hê jî li benda alîkariyê ne."
Parlamenteran daxwaza rakirina dorpêça li ser Kobanê û misogerkirina mafên destura bingehîn ên Kurdan û kêmneteweyên din kirin. Parlamenteran her wiha destnîşan kir ku heta ku ev gav neyên avêtin, divê alîkariya ku ji hêla YE'yê ve ji hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re tên dayîn bi şert were kirin.
DÊ ÎRO BÊ PÊŞKÊŞKIRIN
Piştî rûniştin û nîqaşan, pêşniyaznameyek ku ji aliyê komek parlamenteran ve hat amadekirin, pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê hat kirin. Pêşniyazname pêşniyaz dike ku hemû alîkariyên ku YE dide hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi şertê naskirina mafên destura bingehîn yên Kurd û kêmneteweyan, danîna agirbestek mayînde û pêşvebirina pêvajoya aştiyê ve girêdayî be.