DYA û Îran dê di 6’ê Sibatê de li Ummanê bicivin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Koşka Spî diyar kir ku muzakereyên nukleerî yên di navbera DYA û Îranê de dê di 6’ê Sibatê de li paytexta Ummanê Maskatê werin kirin, Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî ev agahî piştrast kir.

 
Krîza di navbera DYA û Îranê de berdewam dike. Der barê cih û dema hevdîtinê de û pêkhatina hevdîtinê, îdiayên cuda derketin holê. Lêbelê, di nûçeyên çapemeniya biyanî de hat ragihandin ku rayedarekî Koşka Spî di bersiva xwe ya nivîskî de diyar kiriye ku muzakereyên nukleerî yên bi Îranê re dê di 6’ê Sibatê (sibê) roja Înê de li paytexta Ummanê Maskatê werin lidarxistin.
 
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Erakçî jî piştrast kir ku hevdîtinên bi DYA’yê re ku dihat gotin hatine betalkirin, dê roja Înê li paytexta Umanê Maskatê pêk werin.
 
Erakçî di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal de ev tişt got: "Plana me ew e ku hevdîtinên nukleerî yên bi DYA’yê re roja Înê saet 10’an de li Maskatê werin kirin. Ez spasiya birayên me yên Ummanî dikim ku hemû amadekariyên pêwîst kirine."
 
 
Nûçeyên Têkildar
PJAK: Guherîna ku li Îranê tê xwestin bêyî Kurdan nabe, ew jî vê dizanin <font color=#ff0000> HEVPEYVIN </font>
PJAK: Guherîna ku li Îranê tê xwestin bêyî Kurdan nabe, ew jî vê dizanin HEVPEYVIN

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAK’ê Zagros Enderyarî bal kişand ser lêgerîna DYA û Îsraîlê ya ji bo tifaqa bi Kurdan re li Îranê û got: "Guherîna ku li Îranê tê xwestin bê kirin an jî tê plankirin, bêyî Kurdan nabe, ew jî bi vê yekê dizanin."

Rapora êrişan a HRANA’yê: 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatin kuştin
Rapora êrişan a HRANA’yê: 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatin kuştin

HRANA’yê, ragihand ku di êrişên Îsraîl-DYA’yê yên li dijî Îranê de 183 jê zarok bi giştî hezar û 114 sivîl hatine qetilkirin.

Îranê derî girt bi sedan wesayît asê man
Îranê derî girt bi sedan wesayît asê man

Piştî ku Îranê deriyên sînor girt, bi hezaran wesayîtên li deriyên Başmaxê asê man.

Wezaret: Moşeka kete qada Tirkiyeyê hate îmhakirin
Wezaret: Moşeka kete qada Tirkiyeyê hate îmhakirin

Wezareta Parastinê têkildarî moşeka balîstîk a ji Îranê ber bi Tirkiyeyê ve hatiye avêtin daxuyanî da.

Îran dê girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên din bike
Îran dê girtiyên siyasî sirgunî girtîgehên din bike

Piştî êrişên li ser Îranê, rejîmê biryar da ku girtiyên li Girtîgeha Evînê têne ragirtin veguhezîne girtîgehên Tehranê ya Mezinî û Qûmê.