Di bombebarana li Tebrîzê de 13 endamên Besîcê hatin kuştin 2026-03-20 09:17:23 NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa DYA-Îsraîlê ya li dijî noqteyee li bajarê Tebrîzê de ji hêza milîsan (besîc) ên rejîma Îranê 13 jê hatin kuştin.    Êrişên DYA-Îsraîlê yên li dijî Îranê ji 28’ê Sibatê heta niha didomin. Şevê din jî gelek herêm hatin bombebarankirin. Li gorî Ajansa Nûçeyan a Karkeran a Îranê, Walîtiya Azerbaycana Rojhilat (Tebrîz) têkilarî mijarê daxuyanî da.    Hat ragihandin ku di encama bombebarana li dijî noqteyeke li herêma Karamelkê de 13 endamên hêza milîsan (besîc) ku girêdayî Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê ne hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn.    Hat zanîn ku êrişên bi ÎHA’yan ên DYA û Îsraîlê yên li dijî noqteyên hêzên emniyetê zêde bûne.