Hejmara kesên di şewata Hong Kongê de mirîn derket 94’an 2025-11-28 09:14:53 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hong Kongê di apartmaneke 8 qat de şewat derket. Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dane derket 94’an.    Di 26’ê Mijdarê de li devera Taî Po ya Herêma Îdarî ya Taybet a Hong Kongê ya Çînê di Sîteya Wang Fukê ya 8 qatî de şewat derket. Rayedarên agirkujiya yên Hong Kongê têkildarî mijarê daxuyanî dan û gotin ku xebatkarekê wan jî di nav de bi giştî 94 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dane û 11 jê xebatkarên agirkujiyê bi giştî 76 kes jî birîndar bûne.   Di sîteya behsa xeberê de zêdetirî hezar û 900 daîre hene û tê texmînkirin ku nêzî 4 hezar kes tê de dijîn. Xebatên vemirandina şewatê zêdetirî 40 saet in didomin. Xebatkarên agirkujiyê dan zanîn ku ji banga alîkariyê yên ji sîteyê tên kirin nekarîne xwe bigihînin 25’an.