Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide 2025-09-05 09:27:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Jiyan, piştî 7 salan dê li Dusseldorfê konsera xwe ya ewil bide.    Agirê Jiyan komeke navdar a muzîka Kurdî ye û xwedî gelek stranên hît e. Kom piştî sala 2018'an ket nav bêdengiyekê. Li gorî nûçeya ANF’ê; endamên koma Agirê Jiyan li Almanyayê dîsa li hev civiyan. Ev bû çend meh bi hev re provayan dikin. Art Recordsê ji bo Agirê Jiyan konserek amade kiriye. Konser dê di 6'ê Îlonê roja Şemiyê li bajarê Dusseldorfê saat 20:00'ê de dest pê bike. Cihê konsêrê jî Capitol Theater Düsseldorf e.   Roja Şemiyê ji bo Agirê Jiyan û hezkiriyên wan rojekê dîrokî ye. Kom piştî 7 salan cara yekemîn e ku konserekê bide. Agirê Jiyan dibêje: "Werin em stranên xwe bi hev re bêjin. Stranên ku xwedî bîranîn, dîrok û nostaljî ne."   HUNERMENDÊN DERKEVIN SER DIKÊ   Hunermendên ku wê sibe derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş bikin:   Solîst: Alî Geçîmlî   Solîst & Gîtar: Şener Yildiz   Solîst: Eylem Aktaş   Vokal: Asli Zelal   Klavye & Orkestra Chef: Amed Tabar   Keman: Nûrê Dilovanî   FlÛt & Saksafon: Dilvan Ronî Mey & Zirne & Tulum: Emrah Oguzturk  Saz: Bulent Yildirim Dahol: Mûrat Vural E-Gîtar: Bariş Boyraz   KOMÊ 4 ALBÛM DERXIST    Koma Agirê Jiyan heta niha 4 albûmên bi navên “Adarê (Adara 1996’an)” , “Helîn (1999)”, “De Were (2006)” û “Aştî (2014)” derxistiye.