Di Nîsanê de herî kêm 189 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Parve bike:

STENBOL - ÎSÎG’ê ragihand ku di meha Nîsanê de herî kêm 189 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane. 

 
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), “Rapora Cînayetên Kar” a meha Nîsanê aşkera kir. Li gorî raporê, di meha Nîsanê de herî kêm 189 karkeran di encama cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan ku ji van 14 jê jin, 5 zarok û 3 jî penaber in. 
 
Hat ragihandin ku ji van cînayetên kar ji sedî 22 ji ber qezayên trafîkê, ji sedî 20 jê eciqandin û ji sedî 17 jî ji ber krîza dil çêbûne. Hat aşkerakirin ku ji sedî 25’ê cînayetên kar di qada înşaetê de, ji sedî 22 di qada çandinî/daristanê de, ji sedî 8 veguhestin, ji sedî 6 bazirganî/buro û ji sedî 5 jî di qada metalê de ne.