BEDLÎS - Ahmet û Îrfan Eskî, pismamên hev in ku di şert û mercên dijwar ên zivistanê yên herêma Serhedê de bi xwedîkirina sewalan debara xwe dikin, gotin: "Me des ji koçertiyê ber da, ji ber ku aboriyê destûr nedida û her tişt biha dibin."
Li herêma Serhedê, çandinî û xwedîkirina sewalan çavkaniyên sereke yên debarê ne. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), herêma Serhedê malovaniya ji sedî 24,4'ê dewaran û ji sedî 34,3'yê pez dike. Lêbelê, li herêma Serhedê ku ji bo Tirkiye û Kurdistanê di warê xwedîkirina sewalan de girîng e, domandina xwedîkirina sewalan her ku diçe dijwartir dibe. Sewalvanî ku di mehên bihar û havînê de li çêregehên berhemdar û bilindahiyên bilind tê kirin, di zivistanê de ji ber şert û mercên dijwar ên avhewayê yên herêma Serhedê dijwar dibe.
Her çiqas bihayê kîsikekî êm ya 50 kîloyî di navbera hezar û 300 û 2 hezar û 400 TL'yî de diguhere jî, bihayê êm ê pez di navbera 25-50 kîloyî digihîje hezar û 500 TL. Ji ber ku bihayê baliyeke giyayê 150 TL ye, di mehên zivistanê de xwedîkirina hewyanan hîn dijwartir dibe. Zêdebûna bihayên êm û giya di zêdebûna bihayên goşt û berhemên şîr de jî xwe dide der.
Li tetwana Bedlîsê Ahmet Eskî û Îrfan Eskî, pismamên hev ku debara xwe xwedîkirina sewalan dikin, li ser zehmetiyên sewalvaniyê axivîn.
Ahmet Eskî behsa zehmetiyên sewalvaniyê kir û got ku ew zêdetirî 10 salan e debara xwe bi sewalvaniyê dike. Eskî anî ziman kir ku dahata ji sewalvaniyê ne ewqas zêde ye ku mirov difikire û got: "Lê em ne girêdayî pergalê ne. Em karê xwe dikin. Di vî warî de, em tenê geşbîn in. Lê karekî pir zehmet e. Kes wekî berê berê xwe nade vî karî. Bi taybetî xelkê herêma Serhedê wekî berê heywandariyê nakin. Dema zivistan tê, heywanên me li hundur dimînin. Em xwarinê didin wan. Tenê di zivistanê de dijwartir e. Heval û xizmên me di paqijkirina qada heywanan de dibin alîkar. Em di 2-3 rojan de paqij dikin. Ger neyê paqijkirin, heywan nerihet dibin û nexweş dibin. Dewlet ne piştgiriya heywanan dike û ne jî piştgiriya xwarinê peyda dike. Ji ber ku aborî destûrê nade û her tişt biha ye, me dev ji koçertiyê jî berda. Niha cihê me hatiye rastkirin. Em havîn û zivistanê li vir dixebitin."
'SEWALVANÎ KÊM DIBE'
Îrfan Eskî diyar kir ku xwedîkirina sewalan pîşeyek e ku ji bavê xwe wergirtiye û got ku tevahiya jiyana wî li dora wê dizivire. Eskî destnîşan kir ku heywan nêzîkî heşt mehan li hundir tên girtin û got: "Çar mehên mayî, em wan derdixin derve. Em serê sibê zû şiyar dibin da ku heywanan kontrol bikin. Du şivan û bêrîvan hene. Hejmara me nêzîkî 15 kes in. Ji ber vê yekê em vî karî wekî malbat dikin. Dema ku em hesab dikin, ew pir dahatê peyda nake. Lê em dixwazin karê xwe bikin. Ji xebata li derve çêtir e. Ji bilî vê, dema ku pêwîst be em bi dor bı dor dixebitin. Ger xizmek wan nexweş be an karekî din hebe, ew diçin bajêr, lênêrîna wê dikin û dûv re vedigerin. Ev kar wekî berê nayê kirin. Ji ber ku ew pir zehmet û demdirêj e, mirov berê xwe didin karên din. Yên li dora me jî dev ji vî karî berdane. Berê deh malbatên me bi vî rengî dikirin. Lê niha hejmara me daketiye duyan. Ger bi vî rengî berdewam bike, dibe ku di du salan de ev her du malbat jî dev ji vî karî berdin."