ÊLIH - Serevanên li bajarokê Girêsîra gazinc ji bihabûna lêçûnan kir û gotin: “Êdî ji ber lêçûnan em nikarin hilberînin.”
Li Tirkiyeyê ji ber krîza aboriyê û bihabûna lêçunan gelek sektor bi zehmetî li ser pêyan dimînin. Di nava van sektoran de yek jê çotkarî ye. Ji ber zêdebûna bihayên derman û gubre qezenca hilberîneran rexmê keda zêde, her saql kêm dibe.
Li bajarokê Girêsîra yê Êlihê Fesîh Bozkurt ê ku di sala 2018’an de li ser 4 doniman seraya xiyaran ava kiribû ev tişt got: “Di sala 2018’an ve min hinek bi piştgiriya dewletê li ser 4 donim erd seraya xiyaran av kir. Min şitilên xiyaran ji Mersînê kirî. Heba şitilekî sala borî 9 TL bû, îsal bûye 14 TL. Ji bo donimekî sera 2 hezar û 500 heb şitil tê çandin. Ev jî tê dora 35 hezar TL. Herwiha sala borî ji bo her donimekî erd me tona gubre bi 13 hezar TL dikirî îsal bûye 40 hezar TL. Ji ber vê yekê lêçûn zêde bûne.”
‘EM NIZANIN KA ME ÇI QEZENC KIRÎ’
Bozkurt anî ziman ku di serevaniyê de tiştên xweş û xiran hene û wiha pê de çû: “Serevanî ji lêçûnan bêtir, ked pêwîst e. Ji ber nebûna pîşeyekî din ez vî karî dikim. Ji ava serayê heta karkeran hemû lêçûn in. Em hilberînan dibin Êlihê hala fêkî û zebzeyan. Li wir jî ji sedî 10 komîsyona xwe werdigirin. Hêj biha ne diyar e. Em nizanin îsal em ê çiqasî bifroşin û çi qezenz bikin.”
‘SALA BORÎ MIN TIŞTEK QEZENC NEKIR’
Musa Ozgun ê ku berê, 3 salan dikandarî kiribû û piştî wê çûye gundê Sêgirka yê bajarokê Girêsîra dest bi karê serevaniyê kiriye wiha axivî: “Lêçûna avakirina her serayekî 600 hezar TL ye. Niha em serayek ava bikin dê mîlyonek TL lê biçe. Ez nizanim ez ê ji vî karî çiqas qezenc bikim. Hêj min lêçûna şitil û dermanên ku min bikar aniye, dernexistiye. Sala borî min tiştek qezenc nekir. Divê dewlet kontrol bike. Rewşa cotkaran li holê ye, jixwe her kes dibîne.”