Aborînas Ebîrî: Pêvajo dê bandoreke mezin li pêşketina aboriyê bike

Parve bike:

WAN - Aborînas Reşat Ebîrî diyar kir ku bi pêvajoya aştiyê re li herêmê kelecaneke mezin çêbûye û got: “Ji bo me asayîbûna jiyanê tê wateya pêşketina aboriyê û çareserkirina pirsgirêkan.” 

 
Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokartîk dest pê kir. Pêvajoyê di nava hemû derdorên civakê de rê li ber hêviyeke mezin vekiriye. Aborînas û karsaz Reşat Ebîrî têkildarî mijarê axivî. Ebîrî, diyar kir ku berdana girtiyên nexweş, bidawîkirina polîtîkayên qeyûman, bicihanîna biryarên DMME û AYM’ê dê lez bidin pêvajoyê. Ebîrî, anî ziman ku pêvajoyê li Bakur jî hêviyek çêkiriye û girêdayî vê dê bêhtir vebêrhenan were kirin, tirs dê ji holê rabin û pirsgirêk bên çareserkirin. 
 
BENDEWARIYA JI PÊVAJOYÊ ZÊDE YE
 
Ebîrî, diyar kir ku pêvajo dê ji bo aboriya Bakur, Tirkiye û herêmê xwedî bandoreke mezin be û got: “Em pêvajoyê erênî dibînin. Ji bo me tê wateya vegera li jiyaneke asayî. Tê wateya vebêrhenana dinyaya kar, bidawîbîna tirsê û jiholêrabûna faktorên deve ye. Ji Kongreya Îqtîsadê ya Îzmîrê heta niha hinek kêmasî hatin jiyîn û herêm li paşve hat hiştin. Ji berê ve herêma me cihê hêza kar a erzan û çavkaniya madeyên xam tê dîtin. Bi şer re ev pirsgirêk kûrtir bûn. Lê li gorî min bi vê pêvajoyê re hin tiştek li asayîbûna xwe vegerin. Ji bo vê bendewariyeke mezin heye.” 
 
‘DIVÊ BUDÇEYA WELAT JI BO PERWERDE, TENDURISTÎ Û PÊŞKETINÊ BIÇE’ 
 
Ebîrî, bi bîr xist ku di pêvajoya şer de dora 140-240 milyar dolar zirar gihiştiye aboriyê û wiha axivî: “Anku teqabûlê nêzî nîviya budçeya welat dike. Îcar dema li ser 40 salan hesab dikî, reqemên pir mezin derdikevin holê. Heke ev pereye ji bo welat bihata xerckirin, niha rewşa gelek cuda bûya. Bifkirin ku ev pereye dê niha ji bo budçeyê were bikaranîn. Anku budçe ji sedî 50 zêde dibe. Ev jî dê bandorê li refahê, perwerde, tenduristî, edaletê bike. Ji bo vê divê tavilê bingeheke zagonî çêbikin. Hewceye biryarên DMME û AYM’ê bicih bînin, girtiyên nexweş bên berdan û sepana qeyûman bi dawî bibe. Ji bo van hewcehî bi qanûnên nû nîne. Dikarin van gavan biavêjin.” 
 
‘WAN DIKARE XWE BI XWE PÊŞVE BIBE’ 
 
Ebîrî, anî ziman ku potansiyela Wanê heye ku bi hêz û dînamîkên xwe rabe ser pêyan, xwe pêşve bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Bêguman şerê li herêmê dê heta hetayê nedomin. Îxtîmaleke ku ambargoyên Amerîkayê rabin. Bazara Îranê ji bo pêşketina Wanê pir girîng e. Bes ku neyê astengkirin. Li Wanê 3 deriyên sînor hene û heke ev derî bêyî pirsgirêk hebin bên vekirin, ev dê bandoreke mezin li aboriyê bike. Wan xwedî nifûseke zêdetirî milyonekê ye. Lê her koç jê tê kirin. Di esasê xwe de ev bajar bajarên din têr dike. Sedema vê jî bêkarî ye.” 
 
MA / Lutfu Pala