COLEMÊRG - Krîza aborî her diçe bêtir barê jiyanê yê welatiyan giran dike. Welatiyên Colemêrgî, diyar kirin ku bi krîzê re mirov muhtacî nan bûne.
Krîza aborî ya berdewam ku bandorê li bajarên Tirkiye û Kurdistanê dike, jiyana rojane ya welatiyan dijwar dike. Zêdebûna bihayên xwarin, kirê û zêdebûna bihayên pêdiviyên bingehîn hêza kirîna welatiyan kêm kiriye. Welatiyên li Colemêrgê dijîn, her roj bêtir xizaniyê hîs dikin.
Niştecihên Colemêrgê dibêjin ku êdî mirov nikarin nan bikirin û ev rewş divê biguhere, lê dijwar e.
Hamdî Taşkin diyar kir ku li Colemêrgê derfetên kar tune ne û got: "Niha tenê hêviya mirovan ÎŞ-KUR e. Kesên ku serî li wir didin bêyî têkiliyên xwe nayên girtin. Mirov nayên girtin heya ku alîgirên AKP'ê nebin. Kes bawer nake ku li wir edalet heye. Hin ji wan dubare dikevin navnîşê, hinên din jî bi salan e rojekê jî nehatine girtin. Ev yek di nav mirovan de hestek mezin a neheqiyê diafirîne. Tiştên ku desthilat dibêje û yên ku li ser erdê diqewimin pir cuda ne. Divê rayedar werin û bi gel re têkilî daynin, zehmetiyên aborî yên ku ew dikişînin bi çavên xwe bibînin. Wê hingê ew ê fêm bikin ku tiştên ku têne gotin ne wekî rastiyê ne."
Alî Riza Sayimoglu diyar kir ku mirov niha muhatcî pîvaz û nan in û got: "Em hewl didin ku bi av, pîvaz û nan bijîn. Ji bo ku mirov debara xwe bikin, divê mûçeyek baş bê dayîn, lê desthilat vê yekê nake. Divê niha biha kêm bibin. Bihayê pereyê ku ji feqîr, xizan û teqawîdbûyan re tê dayîn dê di hilbijartinan de vegere û desthilatê biêşîne."
'GEL BÊÇARE YE'
Welatî Sergen Ozatak got: "Her tişt bihatir dibe, bi taybetî nan. Ev milet bi rastî birçî ye û di rewşeke xirab de ye. Xelk nizane çi bike. Her kes bêçare digere. Kes nikare tiştekî baş bîne malê. Ev aborî bi rastî jî divê baştir bibe. Divê ev pirsgirêk were çareserkirin. Hin kes hene ku nikarin mirîşkê jî bikirin."
Salih Duman anî ziman ku çandinî û sewalvanî qediyane û got: "Mixabin, li welatê me ne tesîsên pîşesaziyê ne jî kargeh hene. Bazirganiya ku ji hêla karsaziyên biçûk ve tê kirin jixwe sînordar e; ji bilî vê, bazirganiyek cidî tune. Kan hene, lê madenên ku têne derxistin bi şiklê xwe yê xav têne şandin derveyî welêt. Sewalvanî hema hema qediyaye. Çandinî gihîştiye sifirê. Êdî kes pêşerojek nabîne."