Kaniya ermenan 200 sale diherike 2019-09-17 10:15:10 AMED – Li gundê Helhelê ya girêdayî Hezroyê kaniya ji aliyê ermenan ve hatiye çêkirin 200 sal e bênavber diherike.  Bermayiyên ermeniyên hatin qirkirin û koçberkirin hêj hebûna xwe diparêz in. Yek ji van bermayiyan jî kaniya ji aliyê ermenan ve li gundê Helhelê ya girêdayî navçeya Hezroya Amedê ye. Kaniya di sala 1802’an ji aliyê ermenan ve hat çêkirin 200 sal e bênavber diherike. Gundî li ber ava kaniyê baxçeyên xwe av didin.    'ERMENAN KANÎ ÇÊKIRIYE’    Ji gundiyan Şahabettîn Daşlik (58) derbarê kaniyê de agahî dan û got: “Ev ji 200 salî zêdettire kanî diherike. Kanî me bêav nahêle. Her tim diherike. Kanî ji aliyê ermenên li gundê me jiyan kirine ve hatiye çêkirin. Lê ermenên li gundê me jî di sala 1915’an de hatin qirkirin. Li geliyek li pişt gundê me hemûyan qetil kirine. Niha ermenek jî li gund nemaye.”    ‘TENÊ EV KANÎ MAYE’    Daşlik da zanîn ku kanî pêdiviya hemû gundên nêzî wan pêşwazî dike û wiha got: “Bi taybetî payîzê ava kaniyê zêde dibe. Li gund ji bilî vê kaniyê hemû bermayiyên ermenan tune bûne.”