ÇGD: Ger tiştek bê serê Portakal dê berpirsiyarî mezin be 2018-12-19 11:20:54   STENBOL - Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Can Guleryuzlu, gefen Serokomar Erdogan ên li dijî rojnameger Fatih Portakal rexne kir û gotinên xwe rast bike. Guleryuzlu, got "Divê ev gotin bên rastkirin, an na dê berpirsiyariya wê mezin be."    Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan, li Konya gef li Pêşkêşvanê Nûçeyan a Fox TV Fatih Portakal xwaribû. Serokê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) Can Guleryuzlu, gefen Serokomar Erdogan ên li dijî rojnameger Fatih Portakal rexne kir û gotinên xwe rast bike. Guleryuzlu, got "Divê ev gotin bên rastkirin, an na dê berpirsiyariya wê mezin be. Demek dirêj e Îktîdar û dixwaze çapemeniya rexne dike di nava xwe de bilinîne û bêdeng bike. Dixwaze rojnamegeriya rastîn tune bike û rojnamegeriya derewan dinivîse pêş bixe. Mînaka herî dawî gefên li dijî Rojnameger Fatih Portakal in. Gotinên Erdogan ên li dijî Portakal di asta gefan de ye. Em naxwazin encama van gefên Erdogan bifikirin. Ev gotinên hatine gotin li gorî zagonan sûc in. Dîsa li dijî azadiya ramana çapemleniyê ye. Em dixwazin van go tinan rast bikin an jî dê talûkeyên mezin bi xwe re bînin."    Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye  (TGS) Gokhan Durmuş jî bertek nîşan da û got: "Hurmeta li dijî pîşeyê rojnamegeriyê nemaye. Kesekî ku welat bi rêve dibe ger ku rojnamegeran tehdît bike, ev nîşan dide ku li vî welatî ewlehiya rojnamegeran nemaye. Zimanê ku Erdogan bikar anîye divê Serokomarek qet vî zimanî bikar nîne."