Santralên betonê yên li Şirnexê karê xwe rawestandin

img

ŞIRNEX - Li Şirnexê ji ber çîmento hat zemkirin, 3 roj in çîmento nayê çêkirin. Rayedarê Mava Betonê Fatîh Dûrsûn, anî ziman ku ji bo ew bi vî bihayî çîmentoyê nefiroşin gel briyareke wisa girtine. 

Li Şirnex û navçeyên wê 9 santralên betonê hene. Çîmentoya ku ji Mêrdînê tê kirîn hat zemkirin. Ji ber 30 TL li çîmentoyê hat zêdekirin 3 roj in hilberîn hatiye rawestandin û li bajêr sektora înşeatê hatiye sekinandin. Rayedarên şîrketê diyar kirin ku ev biryar ji aliyê fîrmayên kartel hatiye girtin û ew jî ji bo bi vî buhayî nefiroşin gel biryareje wisa girtine. 
 
Yek ji evan santralan jî Mava Beton e. Rayedarê santralê Fatîh Dûrsûn, diyar kir ku santralên li bajêr hemû karê xwe dane sekinandin. Dûrsûn, bilêv kir ku wan ji bo "zemma neheq şermezar bikin" biryareke wisa girtine. Dûrsûn, destnîşan kir ku ji bo 30 TL zem û KDV'yê tu tişt ji wan re nehatiye gotin. Dûrsûn, anî ziman ku wexta ew vê zemê qebûl bikin, divê serê metrekupê 12 lîreyî zêde bikin. 
 
Dûrsûn, anî ziman ku xwediyên santralan ev rîsk girtiye û biryar dane. Dûrsûn got: "Em li gor projeyan bi hin fîrmayan re dixebitin. Me hin peyman îmze kirine. Dibe fîrma ji ber evan peymanan mueyîdeyê pêk bînin. Lê dîsa jî me ev rîsk girt. Wexta em fiyetê ji ber zeman hatiye zêdekirin pêk bînin wê gel û hin fîrma vê yekê qebûl nekin."