Ji ber krîzê êdî kes nikara zebze û fêkiyan bikire

img

COLEMÊRG - Li Colemêrgê zebze û fêkiyên ku li qeraxa rêyan bi erzanî dihatin firotin, niha fiyetên wan du qat biha bûne. Hem muşterî hem jî firoşkar ji vê rewşê nerazî ne. 

Li Colemêrgê, bi salan e gundî zebze û fêkiyên li gundan şîn tên li qeraxên rêyan dezgehên xwe datînin û difiroşin. Berê ji ber ku fiyetê van fêkî û zebzeyan erzan bûn gelek kes dikirîn, lê niha ji ber krîza aborî fiyetên wan jî biha bûne. Par firingiyên bi lîreyekê dihatin firotin, niha bi 5 lîreyan tên firotin û hirmiyên bi lîre û nîvê dihatin firotin niha bi 4 lîreyan tên fiortin. 
 
Cebraîl Bozkûrt ku li gundê Rezanê dijî, anî ziman ku par bi zebze û fêkiyên ku li gundê xwe datanîn debara xwe dikirin lê belê îsal ji ber ziwabûnê û nexweşînan tiştek bi dest wan neketiye. Bozkûrt, diyar kir ku zebze û fêkiyên di dest wan de jî ji ber krîza aborî fiyetên wan biha bûye û got: "Em zebze û fêkiyên li gund datînin difiroşin. Li gundê me her tişt şîn tê. Tiştên em datînin paşê li ser dezgehên xwe yên li qeraxên rêyan datînin difiroşin. Li gor par îsal fiyet pir biha bûne. Par zebze û fêkî pir bûn. Lê belê îsal ji ber nexweşînan û ziwabûnê kêm in." 
 
‘JI BER XWEZAYÎ NE EM JI VIR DIKIRIN'
 
Lokman Akdogan jî, anî ziman ku kesên rêwî ji ber ev zebze û fêkî organîk in dikirin. Akdogan, diyar kir ku par wan firingiyên li ser rê dihatin firotin bi lîreyekê dikirî û got: "Lê niha ji ber krîza aborî em kîloya firingiyan bi 4-5 lîreyan dikirin. Krîza aborî tesîr li hemû qadên jiyanê kir. Lê dîsa jî ji ber ku pêdiviya me pê heye em dikirin. Her ku em diçin Wanê, em ji van dezgehên li ser rê zebze û fêkiyan dikirin. Çimkî ên li vira organîk in û bi tahm in. Ji ber ku berên li nav bajêr tên firotin bi piranî ên seraya ne, bê tahm in. Lê mixabin niha ev jî biha bûne." 
 
'FIYET BIHA NE' 
 
Mûstafa Tûganê ku ji bo fêkiyan zebze û fêkiyan bikire hat ser dezgehên li qeraxa rê, anî ziman ku ji ber zebze û fêkiyên li nav bajêr bi hormon in ew ên vira dikirin. Tûgan got: "Ên li vira ne bi hormon in, loma bitahm in. Sala par fiyet pir erzan bûn, lê ji ber krîza aborî îsal pir biha ne." 
 
MA / Hamza Gunduz

Sernavên din

15/04/2024
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye | HATE NÛKIRIN
09:02 Gelê Sêrtê ji şaredariyê xizmetên çawa divê?
09:00 Li dijî bêhiqûqiya li girtîgehan banga têkoşîna li kolanan
14/04/2024
11:59 TJA’yê têkildarî kampanyayê daxuyanî da: Dê têkoşîna me bidome
09:13 Aborînas Onder: Gelan guh nedan gotina 'ewlehiya neteweyî'
09:02 Polîs, dozger û dadgeh tev bûne parçeya çerxa 'îşkenceyê!'
13/04/2024
16:05 ÎHD’ê xwest girtiyên nexweş Demîr, Guvel û Zorarslan bên berdan
15:00 Li Êlih û Colemêrgê aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
09:26 Ji bo kampanyayên pirtûk û tembûran alîkarî hewce ye
09:04 Rojnamevan Işik: Erdogan, di hevdîtinên navneteweyî de li tiştekî xwe lê bigire digere
12/04/2024
16:27 Êrişa li dijî gora parêzer Medet Serhat hate protestokirin
09:06 Xwendekarên nikarin debara xwe bikin: Berpirsyar desthilat e
11/04/2024
15:19 Xelkê Wanê du cejnan bi hev re pîroz dike
14:34 Bakirhan: Yên dijminatî li kurdan dikirin winda kirin
14:23 DBP û DEM Partiyê di pîrozbahiyên cejnê de peyama ‘yekitiyê’ dan
09:11 Amedî li benda xizmeteke çawa ne?
09:10 ‘Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê her kes rabe ser pêyan'
09:01 Şaredarê AKP’î li avahiya şaredariyê cihê lîstina okeyê çêkiriye
10/04/2024
14:47 Xizmên girtiyan cejna Abdullah Ocalan pîroz kirin
13:35 Kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn nehatin jibîrkirin