Daristana bi sedan sal e tê parastin: Ziyareta Omê

  • rojane
  • 09:04 13 Cotmeh 2018
  • |
img

ÊLIH – Li Êlihê darên ku tê diyarkirin beriya çen sedsal berê ezîzekî ermenî çandine, niha veguherîne daristaneke pîroz. Navê vê daristanê Ziyareta Omê ye û kes darên wê jê nake. 

ziyareta Omê ku di navbera gundê Mêrîna, Şerbetkoy û Reşikê yê Êlihê de ye bi sedan sal e tê parastin. Li gorî gotegotan tê diyarkirin ku kesê bi navê Omê û Hz. Muhammed pev çûne li vira miriye. Li gorî gotegoteke din jî, welatiyekî ermenî li vir bi cih bûye û dar danîne û piştî dimire tê fêmkirin ku ev kes ezîz bûye. Paşê misilman jî li heman cihî daran datînin û piştî demekê vediguhere daristanekê. Tê gotin gora Omê li nav vê daristanê ye, lê cihê wê nayê zanîn. 
 
Tê gotin ermeniyên di bin banê Êla Reşkotanê de, di dema qirkirinê de tên parastin lê belê di demaa xelaya 1940'î de ji herêmê diçin. Li vê daristana ku Êla Reşkotanê û gelê herêmê yê din wê wekî daristaneke pîroz dibînin darberû û çinarên bi sedan salan hene û paşê darên fêkiyan jî lê tên çandin. Li vê daristanê kes daran jê nake. 
 
Travertenên ji nav daristanê derdikevên bedewiyeke din lê peyda dikin, lê belê ji ber îsal pir baran nebarî ava wê kêm bûye. Li gorî gotegotan kî darê li daristanê jê bike dê tiştek bê serê wan û sala çûyîn dema ji bo çêkirina rê hin dar hatibûn jêkirin gundiyan bertek nîşan dabû. 
 
'JI ZAROKATIYA XWE VE TIM TÊM VIR' 
 
Şivan Abdurrezak Orûç (85), diyar kir ku berê wî darên hişk ên li daristanê jê dikirin lê belê piştî rewşa wî ya aborî baş bûye wî li daristanê dar çandine. Orûç got: "Êdî extiyar bûm, pir nikarim biçim daristanê. Tenê carinan bi wesayîtê têm daristanê. Bi sedan sal e ev daristan heye û ji zarokatiya xwe ve tim têm vê daristanê. Her ku têm dua dikim. Dema min şivantî dikir, ji ber şilî û sermayê li daristanê dihêwirîm. Çi ji min hat min ji bo vê daristanê kir û ew parast. Êdî extiyar bûm, lê dê mirovên li vir bi sedan salên din jî vê daristanê biparêzin." 
 
Orûç, destnîşan kir ku divê kes darên daristanan jê neke û got: "Li vê daristanê tenê ji bo xizanan û mizgeftê dar dihatin jêkirin. Lê êdî pêdiviya mizgeftan bi daran tune ye. Loma êdî kes dest nade darên li vê derê. Bereksê wê mirov tên daran datînin." 
 
Şêniyê gundê Mêrînayê Abdullhakîm Ergul (75) jî diyar kir ku her firsendê dibîne berê xwe dide daristanê. Ergul, diyar kir ku li herêmê ev daristan pir hindik tê naskirin, loma tenê mirov ji bo pîknîkê tên daristanê. Ergul got: "Ên tên vira jî dibê bi hurmetî nêzî daristanê bibin. Çimkî ev der cihekî pîroz e. Ziyaret e." 
 
MA / Metin Yoksu